Berevaniya Sivîl a Sûrî tekez kir ku her dema baran li deverên bakurê rojavayê Sûriyê dibare, derdeseriya wan wek hersal nû dibe, û pêdiviyên mirovî zêdetir dibin, di ketwarekî bobelatî de yê ku xelkê deverên rizgarkirî ji berî zêdetir ji 12 salan de tê de dijîn.
Û Berevaniya Sivîl di rapora xwe de eşkere kir ku 22 kampan li 10 gund û bajarokên bakurê rojavayê Sûriyê, ji ber baran û bahozên tavên baranê li bakurê rojavayê Sûriyê ziyan dîtin, û hejmara konên ku bi awayekî beşî an tevayî ziyan gihaye wan, gihişte 140 kon û malên demkî yên ku zêdetir ji 200 malbatî têde dijîn.
Û rapora meydanî got ku rêjeya herî zêde ji kampên ziyan dîtine li gundewarên bakur û rojhilatê Helebê ne, û ji wan kampan: (Elnasr, Elcisir, Elî bin Ebî Talib, Şemarîn, Elqadî, Zugera, Komika gundê Kosa, Elwaha, Elcebel, komika Ata ya niştecihbênê, Zugera nû, û Şefeq) û li gundewarê Idlibê: Ziyan gihişte kampên: (Zemzem, Elcenîne, Elerebiye, gundewarê Helebê yê başûr, Elhemze, Elwidêihî, Elxeyrat, Tel Eleerame, Şehrenaz û Elbereke).
Û raporê amaje bi wê yekê kir ku bandora lehiyê di vê zivistanê de dê bobelatî be, piştî bobelata erdheja wêranker, ya ku êş û azarên sivîlan girantir kirin, piştî ku zêdetir ji 40,000 malbat neçar man ku di kampên hêwirînê de bijîn, ji ber jidestdana malên xwe di erdhejê de.
Û Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nezîhe Ekdenîz, hişyarî berî bahoza baranê dabû ji dubarebûna bûyerên bobelatî eger firtone çêbibin û sir û seqema ku zivistana îsal texmînkirî ye were.
Û Ekdenîz daxwaza pêwîstiya lezkirinê di alîkariya derbider û koçberan de li bakurê Sûriyê bo rûbirûbûna demsala zivistanê û sermayê kir, her wiha dabînkirina sotemeniyê û pêdviyên germkirinê û hawarçûna pêwîst bo tevaya derbiderên di kampan de bi awayekî lezgîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî