Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şandeyê pêre, rewşa dergehê Bab Elselame yê sînorî li gundewarê Helebê û rêveçûna kar lê şopandin. Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmesrî û Wezêrê Berevaniyê Emîd Hesen Hemade li dergeh pêşwaziya Şandeyê Hevbendiyê kirin.
Û Şande ji Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Emîd Ebdilbasit Ebdilletîf û Endamên Desteya Giştî Necîb Rehmûn, Atif Zirêq û Es’ed Elîto pêk hat.
Û Şanda Hevbendiyê, ketwarê xizmetguzariyên ku rêveberiya dergehan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de pêşkêş dike nemaze dergehê Bab Elselamr berçav kir, û Serokê Hevbendiyê li gel rêvebiriya dergeh dijwarî û astengiyên ku rastî wan tên û bizavên Hikûmeta Demkî ji bo dîtina çareseriyên guncav gotûbêj kirin.
Û Serokê Hevbendiyê tekezî li ser giringiya rêkûpêkirina karûbarên gumrikê li dergehên sînorî bi armanca pêşkêşkirina xizmetguzariyên bi asteke baş ji karsazên Sûrî re, her wiha pêwîstiya kêmkirina barê giran ê li ser milê welatiyan kir.
Û Elbehra li gel Wezîrê Darayî û Aboriyê û rêvebiriya dergeh li ser mîkanîzma derbasbûna sûriyan ji Tirkiyê bo bakurê Sûriyê û planên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatine dayîn û dixwaze pêk bîne ji bo hêsankirina rêşûnên hatinûçûna sûriyan di dergehê sînorî re axivî.
Û Serokê dergehê Bab Elselame Emîd Qasim Elqasim, şiroveyek li ser mîkanîzmayên karê dergeh derbarê birêxistinkirina belgeyan û rêkarên derbasbûn û derketinê û karûbarên gumrikê pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî