Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra û Şanda pêre, îro civînek li gel odeya bazirganî û pîşesaziyê li Ezazê li gundewarê Helebê ji bo gotûbêjkirina rewşa aborî û bazirganî li deverê li dar xist, û li berçavtirîn pirsgirêk û kêşeyên ku di dema kar de rûbirûyî wan dibin guhdarî kirin.
Û Şandeyê Hevbendiyê ji endamên Desteya Giştî Behcet Eletasî, Necîb Rehmûn, Atif Zirêq pêk hat, her wiha Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmesrî.
Li aliyê dî li gel Serokê Encûmena Xwecihî Mihemed Hemdan cîgirê serokê encûmen û nûnerê Hevbendiya Niştimanî di Encûmen de Ibrahîm Dirbale û serokê odeya bazirganî û pîşesaziyê Ehmed Eşawî û hejmarek ji endamên odeyê amade bûn.
Û civîngeran behsa giringiya karê li ser zêdekirina veberhênanê li deverê bo aktîvkirina tevgera aborî û peydakirina derfetên nû yên kar kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser giringî û pêwîstiya xurtkirina hevrêzî û hevkariyê di navbera saziyên cîbicîkar, odeyên bazirganî û pîşesazî û Wezareta Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Demkî de, da kar li ser planeke aborî ji tevaya deverê re bike, ji bo aktîvkirina aboriya xwecihî û xurtkirina aramiyê li deverê.
Û spasiya Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê birêz Ehmed ‘Eşawî û endamên odeyê li bajarê Ezazê kir, li ser pêşkêşkirina hêsankariyan ji bazirganan û xwediyên pirojeyên bazirganî li deverê re ji bo zêdekirina derfetên kar û geşkirina aboriya xwecihî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî