Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şandê pêre, duh roja duşemê, birêvebirina kar û pirojeyên li bajarê pêşesazî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê şopandin, û rewşa kargehên ku li deverê têne amadekirin she kirin, û di serdanê de li gel hejmarek ji bazirgan û veberhêneran û xwediyên kargehan civiya.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Hevbendiyê Behcet Eletasî, Mihemed Qedah, Necîb Rehmûn, Atif Zirêq pêk hat, her wiha Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmisrî û Cîgirê Serokê Encûmen û Nûnerê Hevbendiyê di Encûmen de Îbrahîm Dirbale pêk dihat.
Û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî di Encûmen de tekez kir ku pirojeya avakirina devera pîşesazî berî bi sal û nîvekê dest pê kir, û Bazirgan agahdar bûn ku rûbereke berfireh ji avakirina pirojeyan re dabîn dibe, li gel pêşkêşkirina hêsankirin û xizmetguzariyên pêwîst.
Û Dirbale amaje bi wê yekê kir ku devera pîşesazî rolekî girîng di planên geşepêdana berfereh a ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatiye amadekirin de dilîze, û hewl dide ku derfetên kar ji bo xortên deverên rizgarkirî dabîn bike, û kargehên xizmetguzariyê yên ku têra pêwîstiyên herêmê dikin veke, ji bo ku dolabê aboriyê li wê derê bilivîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî karê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê bilind nirxand, û tekezî li ser giringiya lipaşxwehiştina astengiyên li pêşiya karê Encûmen bi hevrêzî û peywendiya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî