Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şanda pêre, duh roja duşemê serdana hejmarek ji kargeh û avahiyên pîşesazî yên nû li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê ava bûne kirin, ji bo dîtina pêşketina kar û guncavbûna mercan bo veberhênan û berfirehkirina ezmûna deverên pîşesazî li bakurê Sûriyê.
Û Şandeyê Hevbendiyê ji endamên Hevbendiyê Behcet Eletasî, Mihemed Qedah, Necîb Rehmûn, Atif Zirêq û Basil Ginêm pêk hat, her wiha Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmesrî.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî li hundirê wan kargehan geriya, û bi xwediyên wan re li ser giringiya hebûna van kargehan li deverên rizgarkirî bo livandina tevgera aboriyê li deverê û dabînkirina derfetên kar axivî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî hewlên xwediyên kargejhan ên avêtina vê gava girîng ji bo dema niha û pêşeroja bakurê Sûriyê bilind nirxand, û tekez kir ku avakirina deverên pîşesazî û kargehan wê beşdariyê di geşkirina aboriyê de dike.
Û Elbehra di axaftina xwe de li gel xwediyên kargehan cextî li ser piştgiriya bazirgan û veberhêneran di vê pêngava girîng de û karkirina ji bo jinavbirina astengî û dijwariyan ji pêşiya wan bo bilindkirina asta karta veberhênan û aboriyê li Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî