Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şanda pêre duh roja duşemê, civînek li gel Encûmena Xwecihî ya bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar xist, û bi Serokê Encûmen û endamên wê re civiya, û bi wan re behsa rewşa bajêr û rêyên çakkirina xizmetguzariyan kir.
Û Şandeyê Hevbendiyê ji endamên Hevbendiyê Behcet Eletasî, Necîb Rehmûn, Atif Zirêq û Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de D. Ebdilhekîm Elmisrî pêk hat, û li kêlek Serokê Encûmena Xwecihî Mihemed Hemdan, cîgirê serok û nûnerê Hevbendiya Niştimanî di encûmen de Îbrahîm Dirbale û rêvebirê ofîsa bizîşkî D. Hesan Ibrahîm û rêvebirê têkliyên giştî Ebdilrihman Diran amade bûn.
Û Şandeyê astengî û dijwariyên ku rastî karê meydanî yê encûmen tên li ser asta xizmetguzariyên ku ji bo xelkê bajêr pêşkêş dibin axivî, û nexşeya bajarê Ezazê û nerîna Encûmen ya pêşerojê bo berfirehkirina tevgera avakirinê li bajêr gengeşe bû, û rêzikên yasayî yên pêwîst û rola girîng ya ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî pê radibe derbarê cîbicîkirina yasayên taybet bi sîstema avakirina avahiyan hate şirovekirin, û berpisyariya Hevbendiyê derbarê derxistina yasayên rêxistinkirin û rêkûpêkkirina pirosesa berfirehkirina avakirinê gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li pêşhatên karê Encûmen û xizmetguzariyên ku pêşkêş dike ji nêz de temaşe kir, û cextî li ser giringiya dosya perwerdeyê li deverên bakurê Sûriyê û dijwarî û astengiyên ku rastî karê wan tên û dosya guhdana tenduristî û xizmetguzariyên bizîşkî bo niştecihan nemaze di dema zêdebûna hejmara niştecihên deverê de kir.
Û Elbehra tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina asta kar û pêşdebirina xebatên dezgehan ji bo gihiştina qonaxa nimûneyî kir, û tekezî li ser pêwîstiya hevrêzkariyê li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên dîtir yên cîbicîkar kir ji bo pêkêşkirina nimûneyê biçûk ê Sûriya ku xewna gelê wê ye ,
Û Elbehra hewlên ku ji aliyê Encûmena Xwecihî ya pajêr ve têne kirin bilind nirxandin, nemaze bo pêşkêşkirina xizmetkariyên curbecur ji xelkê deverê re, di rewşa mirovahî ya djwar de ya ku xelk li deverê têre derbas dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî