Hêzên rijêma Esed û amûrên pêve girêdayî operasyonên kuştina sivîlên ku ji salan de di girtîgehên wê de ne berdewam dike, û yek ji wan ciwanê bi navê Basil Kerîm Elberazî yê ji bajarê Deraa ye, ku duh malbata wî agahdar bû ku kurê wan di bin îşkenceyê de di zîndana Sêdnaya de canê xwe ji dest daye.
Ûmalpera Kombûna Azadîxwazên Horanê diyar kir ku malbata ciwanê bi navê Basil Kerîm Elberazî yê 28salî, duh roja duşemê agahiya kuştina kurê wan di bin îşkenceyê de di zîndana Sêdnaya de wergirtin, piştî girtina wî li ser destê amûrên rijêma Esed ji berî nêzî pênc salan de.
Û malperê bal kişand ser ku Basil Elberazî ji xelkê gundê Elecemî yê ser bi gundewarê rojavayê Derayê ve ye, û berê endamek ji endamên Artêşa Azad bû, û di sala 2018an de li ser yek ji rêbendên ewlekariya rijêmê di dema ku berê xwe dabû deverên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê hatibû girtin.
Û Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombûna Azadîxwazên Horanê de, anî ziman ku 126 qurbaniyan ji xelkê parêzgeha Derayê di bin îşkenceyê de di girtîgehên rijêma Esed de ji dema ku parêzgeh di tîrmeha sala 2018an de ketiye bin destê rijêmê ta heyva çirya pêşîn ya bûrî canê xwe ji dest dane.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku berdewamiya amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed di kuştina girtiyên di zîndanên xwe de, piştrast dike ku rijêm biryarên navdewletî paşguh dike, û nîşana wê yekê ye ku piştî 12 salan ji kuştin û wêrankirinê, ew hîn ji rijandina xwîna sûriyan têr nebûye, ev rewş hewcedarî tevgereke navdewletî ya rasteqîn e, ji bo rizgarkirina kesên di girtîgehên rijêmê de mene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî