Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û hejmarek ji endamên Hevbendiyê li gel serok û nûnerên zanîngehên ser bi encûmena xwendina bilind a Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve civiya, û Wezîrê Perwerde û Hînkirinê, serokê xwendina bilind di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Cihad Hicazî duh li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê beşdarî civînê bûn, û behsa rewşa xwendina bilind û lêkolînên zanistî, û diyartirîn dijwariyên di karta xwendina bilind de hat kirin.
Û endamên Hevbendiyê Behcet Eletasî, Mihemed Qedah, Necîb Rehmûn, Atif Zirêq, Basil Ginêm, û ji aliyê Hikûmeta Demkî ve Wezîrê Darayî û Aboriyê D. Ebdilhekîm Elmesrî di civînê de amade bûn.
Her wiha Serokê Zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî D.Ebdilezîz Eldigêm, Serokê Zanîngeha Elnehda D.Mustefa Derwîş, Serokê Zanîngeha Elmealî D.Yasîn Cemûl, Serokê Zanîngeha Aram D.Usame Elşêx, Cîgirê Serokê Zanîngeha Şam D. Mihemed Emîn Zebedanî, Emîndarê Zanîngeha Başakşehir D.Mihemed Elxidir û D.Hesen Îbrahîm ji aliyê Zanîngeha Amanos ve amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek berfireh derbarê pêşketinên siyasî di dosya Sûriyê de û encamên civînên ku Hevbendî li gel berpirsên dewletan pê radibe li ser dosya Sûriyê pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya zêdekirina hevkariyê di navbera saziyên cîbicîkar û Hevbendiyê de ji bo pêşketina deverê kir.
Û Serok û nûnerên zanîngehan behsa serkeftinên ku bi dest xistine tevî zehmetî û kêşeyên ku pê re rû bi rû mane kirin, û tekezî li ser berdewamiya derçûna komên Sûrî di warên cuda de kirin, da ku pispor û kadroyên pêwîst ji deverên rizgarkirî re peyda bikin.
Û Amadebûyan cext kirin ku rijêma Esed di salên şoreşa Sûrî de kar li ser koçberkirin û kuştina kesên şareza kir, û amaje bi wê yekê kirin ku rijêm hîn jî wê siyasetê li deverên di bin kontirola xwe de berdewam dike.
Û amadebûyan bal kişandin ser pêdawîstiyên zanîngeh û xwendekaran li deverên rizgarkirî, û cextî li ser pêwîstiya kar li ser avakirina nexweşxaneyeke zankoyî ji bo rahênana xwendekarên pizîşkî yên qonaxa taybetmendiyê li deverê kirin, da ku beşdariyê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de bo welatiyan li deverê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya serok û nûnerên zanîngehan kir, li ser xebata wan a bêwestan di avakirina nifşekî cihê hêviyê de ku beşdariyê di avakirina Sûriya nû ya ku her Sûrî dixwaze ku bighêje wê bike, û tekezî li ser rol û berpirsiyariya wan di geşepêdana kesên pispor de kir, û tekezî li ser karê bi wan re ji bo peydakirina çavkaniyên pêwîst bo Hikûmeta Demkî kir, ji bo daxwazên di civînê de ji bo baştirkirina xwendina bilind li deverê hatine pêşkêşkirin pêk bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî