Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şanda pêre, hevdîtinek li gel encûmena xwecihî ya bajarê Babê li gundewarê Helebê li dar xistin, û bi serok û endamên encûmen re civiyan, û bi wan re rewşa bajêr û rêyên baştirkirina xizmetguzariyan gotûbêj kirin.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Hevbendiyê Behcet Eletasî, Ebdilbasit Ebdulletîf, Mihemed Qedah, Necîb Rehmûn û Basil Ginêm pêk dihat, û di civînê de ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ve Wezîrê Darayî û Aboriyê D. Ebdilhekîm Elmisrî beşdar bû, û bi serokê encûmena xwecihî ya bajarê Babê Heysem Elşihabî, yê ku endamê Hevbendiyê ye jî, û endamên encûmen re civiyan.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pêşketinên dosya Sûriyê û piroseya siyasî û danûstandina civaka navdewletî pêre û rêyên baştirkirina ketwarê deverên rizgarkirî berçav kirin.
Û Elbehra tekez kir ku divê ketwarê Sûriyê were guhertin, ji bo ku guhdana siyasî bi dosya Sûriyê careke din vegere, û tevgera Siwêdayê û xwepêşandanên wê yên berdewam bilin nirxandin, ew tevgara ku peyamek girîng ji civaka navdewletî re şandin, derbarê zehmetiya paşguhkirina xwestekên gelê Sûriyê an biçûkkirina şoreşa wî di daxwazên mirovî de, û pêwîstiya veguhestina siyasî li welêt li gorî biryara navdewletî 2254.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî behsa ketwarê xizmetguzariyê li bajêr û giringtirîn pêdawîstiyên niştecihan kir, û serokê encumen Heysem Elşihabî tekez kir ku giringtirîn tiştê ku niha bajar hewcedarî wê ye av e, ji ber ku dever bi awayekî sereke derdeseriya vê pirsgirêkê dikşîne.
Û Elbehra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di rêya Hikûmeta Demkî re pirsgirêka avê dişopîne, û projeyek ji bo rêkûpêkkirina tora heyî û aktîvkirin û bihêzkirina wê hatiye cîbicîkirin, her wiha du projeyên dî hatine avakirin, yek jê wêstgeha wizeya rojê ye ya ku elektîkê dide wêstgehên pompekirina avê bo bajêr.
Û Elbehra bal kişand ser girîngiya karê li ser parastina sermayeya mirovî ya Sûrî di rêya piştgiriya veberhênan û karsaziyê û peydakirina derfetên jiyan û kar û xwendinê ji ciwanan re, da ku li ser axa xwe bijîn, û cextî li ser giringiya rêveberiya bi şarezayî li deverên rizgarkirî û piştgiriya Hikûmeta Demkî û kontrolkirina rewşa ewlekariyê û xurtkirina aramiyê û piştgiriya serxwebûna dadweriya yekgirtî ji deverên rizgarkirî re kir.
Û Serokê Hevbendiyê hewildanên encûmena xwecihî li bajarê Babê ji bo baştirkirina rewşa bajêr û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê re ji bo kêmkirina êş û azarên wan bilind nirxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî