Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nebaweriya xwe diyar kir derbarê ku Rûsiya karibe çavdêriya danustandinên çareseriyek siyasî li Sûriyê bike, ji ber ku nikare rijêma Esed û milîsên Îranê kontrol bike, dema kuştaran derheqê sivîlan pêk tînin.
Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Yasir Elferhan, di çavpêketinekê de ligel kenala “Elhedes” got: ” Mosko di pêkanîna rêkeftinek biçûk de li Helebê ji bo raguhestina sivîlan ji Helebê bo navçeyên tenah biser neket, û ew rêkeftina bi çavdêriya Rûsiya, ji aliyê Îraniyan û Rijêmê hat binpêkirin”.
Û Ferhan got ku ” ji Mosko tê xwestin helwestên xwe yên bi temamî alîgir in ji rêjîmê re, heta ku bûye hevparê wê di tawanên berdewam de yên li dijî sivîlên Sûriyê dibin biguhere “, û got ku Rûsiya “tiştek ji cîhanê re negot der barê ku Rijêm û Îranî ew bi xwe binpêkirina van hemû rêkeftinan dikin”.
Û Elferhan amaje kir ku nûnerê Rûsiya yê NY heta berî du rojan , bergiriya Rijêmê û çeteyên wê dikir, û opizisyona Sûriyê tomehtbar dir, û bal kişand ku heta niha Mosko “helwestên xwe yên alîgir ji Rijêmê re neguhertine, û wek dewletek çavdêr ji rêkeftinên ştiyê re xuya nabe, û hîç rijdiyek li bal diyar nebûye bo bicihkirina biryarên navxewketî yên Encûmena Ewlekariyê ku ew bi xwe endamek wê yê serkiye”.
Elferhan hêviyên xwe bi guhertina helwesta Rûsiya anîn ziman, û got: “em li hêviya wê yekê ne ku Rûsiya helwestên xwe biguherîne û xwe nêzîkî gelê Sûriyê bike, û dest ji Rijêma ku nikare berdewam bimîne û nema tê çaksazkirin berde “.
Elferhan tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi çareseriyek siyasî re ye, ligor daxuyaniya Jinêvê ya ji bo veguhestina siyasî û damezrandina desyeyeka hikumraniya veguhêz ya xwediya hemî desthilatên cêbicêkirinê, û bal kişand ku “cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv ne mercek e, lê belê ew biryarên navdewletî ne, ji aliyê Rûsiya û Amerîka hatiye nivîsandin û ew nerînek hevbeş e di navbera herdu aliyan de”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê