Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, nameyek şand ji 25 dewlet û rêxistinan re û di nav de bo sikirtêrê giştî yê NY, û di nameyê de daxwaza standina rêşûnên bilez û vebir dike ji bo misogerkirina parastina giyanê sivîlan li Heleb.
Ele’bide tekez kir li ser giringiya wê yekê ku pêwîstiya parastina sivîlan bi rawestandina êrîşên terorîstî yên dijî Helebê dibin heye, bi rêka neçarkirina rijêmê li ser pabendiya birgên rêkeftina raguhestina sivîlan û dadgehkirina berpirsên tawanan û qedexekirina dubarekirina van binpêkirinên mezin.
Ele’bide hişyarî da li ser dubarekirina kuştara “Sirîbrinîtşa” li taxên Helebê yên dorpêçkirî, û bal kişand ku raguhestina xelkên taxên dorpêçkirî, heman kiryarên koçberkirina neçarî ne, û ligor yasa dewletî ya mirov dikevin di xaneya tawanên şer de, û got ku rêkeftin hat erêkirin li ser “gerantiya saxiya sivîlan, lê rijêma Esed û hevalbendên xwe hêjî di bikaranîna siyaseta qada şewitî ya hovane de berdewam in, ji bo kontrolkirina navçeyên rizgarkirî û guhertina wan taxan bo gorên bikomel ên vekirî”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê