Serokê hikûmeta demkî Cewad Abû Heteb serdana birîndar û nexweşên koçber yên bajarê Helebê kir, hevdem ligel rawestandina derketina sivîlan bi sedema astengiyên ji Rêkeftinê re çêdibin ji aliyê rijêma Esed û Îranê ve.
Abû Heteb diyar kir ku nêzîkî 170 birîndarî ji aliyê nexweşxaneyên Idilbê û yên li ser sînorê Tirkiyê hatin pêşwazîkirin, û pêşbînî kir ku hejmara birîndaran bigehêje ji 800 heta 1000 kesî.
Abû Heteb diyar kir ku hin birîn sext û giran û aloz in, ji ber ku ew kes bi çekên bitewşî û yên qedexekirî hatine birîndarkirin, hin ji ber egera nebûna çavdêriya saxlemî û hin din bi sedema sir û sermayê aloz bûne, û têzanîn ku wezareta saxlemiya hikûmeta demkî jikarketina hemû nexweşxaneyên Helebê ragihandibû, bi sedema oparesyonên dijwar yên çavrênekirî li ser bajêr.
Herwiha serokê hikûmetê da xuyakirin ku 7500 kes heta niha ji Helebê derketine û li ser pênc beşan hatin raguhestin, û bal kişand ku tîmên hikûmetê di pêşwaziya koçberan de bûn, û radibûn bi pêkanîna pêdawîstiyên wan, û komîteyek tengaviyan bi serokatiya wezîrê saxlemiyê Firas Elcindî ji bo şopandina wê yekê hatiye dirustkirin.
Û Abû Heteb got ku “xelkê dergehên malên xwe ji bo pêşwazîkirina koçberên Helebê vekirine, û ev yek baştirîn nimûne ye li ser hevxemiya xelkê Sûriyê ligel hev di tengaviyan de”, û bal kişand ku neha derketina sivîlan ji Helebê hatiye rawestandin, ji ber ku nêzîkî 20 basên veguhestina mirovan ji aliyê çeteyên Îranê hatine desteserkirin û vegerandin bo bajarê dorpêçkirî.
Jêder:Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê