17 heyva çilê pêşîn her sal, roja taybet ya rêzgirtina Ala Kurdî ye, bi vê helkeftê welatiyên kurd li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê li hember nivîsgehên xwecihiyên ENKS ev roj vejandin.
Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, di daxuyaniyekê de ji xwecihiyên xwe xwestibû ku vê rojê vejînin, û ev yek ji hêla xwecihiyan ve û bi beşdariyeke berfireh hat pejirandin û bi bilindkirina ala rengîn hate vejandin.
Fesla Yûsif endama emaneta giştî ya ENKS ku li bjarê Amûdê beşdarî vejandinê bû, ji malpera me re ragihand ku ev roj rojeke pîroz e û pêwîste ku gelê kurd mîna gelên cîhanê roja ala xwe li dar bixe, û xwe pê serbilind bibîne, ji ber bi hezaran ji gelê me xwîna xwe ji bo bilindkirina vê alê rijandine.
Yûsif diyar kir ku dem hatiye ku gelê kurd mîna gelên cîhanê mafên xwe yên netewî wergire û ala wan li nav alên welatên cîhanê bête bilindkirin.
Di heman demê de endama emîndariya ENKS bûyera berî çend rojan ya şewtandina ala kurdistanê li Amûdê şermezar kir.
Tê zanîn ku ev al ji hêla pêşewa Qadî Mihemed weke ala fermî ya komara Mehabad di sala 1946 hate bilindkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Di Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê De