Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku Rijêm siyaseta raguhestina neçarî û guhertina demografî ji bo berjewendiya pirojeyê Îranê yê tayifegerî pêktîne, û bal kişand ser ku ev siyaset îro ji aliyê Rijêmê bi çend yasayan tê wergerandin, û yasa hejmar 10 dumahîk yasa ye ji bo vê yekê.
Endamê desteya siyasî û komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan got ku ev yasa hatiye bi armanca bi yasakirin û timamkirina pirojeyê guhertina demografî yê dikeve di berjewndiya pirojeyê berfirehkirina mezhebî ya rijêma melayên Îranê de, û herwiha dît ku ev yasa tê ji bo guhertina “rojeva hebûn û belgeyên saman û milkîyetê”, yê li demekê pêştir û ligor biryara zagonî 66 yê sala 2012 hatibû pesendkirin ji bo çêkirina 2 deverên niştecuhkirinê li başûrî rojhilatî Mezê û û taxên Kefersûsê û Qenewat û Besatîn û Dariya û qedem di hindur Şama paytext de.
Elferhan diyar kir ku cîbicîkirina pirojeye li wan cihan hat bi behaneya dubare rêkxistinkirina navçeyên nişteciyan yên bêserûber, bi derfetdîtina tinebûna belgenameyên fermî bi dest xudanên wan xaniyan, di çarçova dema 15 rojan de, ji ber ku piraniya wan koçber bûne yan daxwazkirî ne ji aliyê Rijêmê.
Elferhan bal kişand ku ev piroje deverên avahiyên bêserûber ên li taxên nîva Şamê yên alîgirên Rijêmê nayê cîbicîkirin, wek li taxa “Mezê 86 û ‘Iş Elwirwir”, û dît ku bêhna meremên siyasî û mezhebî ji aliyê Rijêmê ji van yasan tê.
Endamê Hevbendiya Niştimanî zêdetir got ku Rijêm bi riya van yasa heman kiryarên diruskirina kompaniyên xudan pişk (Holding Company) yên ji bo avadankirinê dubare dike, wek yên li Humsa kevin û Baba Emro û navçeyên din, bi kiryarên kirîna parçeyên erd û zeviyan bi rêka kompaniyên navgêîn yên li Şamê û Hums û Dêrazorê ji bo kompaniyên Îranê kar dikin, bi mifawergirtin ji biryara 11 ya sala 2011 ya taybet bi tapokirina avahiyan li ser navên biyaniyan, û yasa 10/1991 û fermana 7/2000, ya ku rê xweş kiriye li pêşiya îraniyan bo tapokirina zeviyên berfereh bi behaneya berhemhênanê.
Elferhan dît ku bikaranîna rewşa şer ji aliyê Rijêmê dijî gelê Sûriyê bi rêka sergonkirin û koçberkirina xelkê, dibe sedem ji bo tunekirina sercem yasayên Rijêmê yên piştî sala 2011, û herwiha pûçkirina wan û dubare vegerandina rojeva milkîyetê wek berê.
Herwiha Elferhan dît ku Rijêmê rewaya xwe ji dest daye her ji encamdana tawanên qirkirinê û yên dijemirov, û ligor biryarên navdewletî yên maf dide dirustkirina desteyeke hikmraniya veguhêz di navbera opozisyonê û rijêmê de, ku desthilatên rijêmê nakokiyên dadwerî li ser hene û ev yek maf nade ku yasayan pesend bike.
Navborî dît ku mafê vegera sercem hemwelatiyên Sûriyê li ser cih û warên xwe ew karvedanek herî bi bandora ji bo têkbirina pilanên guhertina demografî û bal kişand ku pêdiviye ev yek ji aliyê civaka navdewletî bête gerantîkirin, bi dabînkirina paristana xelkê û peydakirina baredoxên seqamgeriyê û veguhestina siyasî.
Û bal kişand ku zêdetir ji yadeştnameyekê ji aliyê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ji bo konseya ewlekariyê û NY li ser nasandina van yasa û biryaran wek “tawanên şer” hatine pêşkêşkirin, ji ber ku dikevin di çarçovê tawankariyên koçberkirina neçarî de yên li ser destê Rijêmê û milîsên wê û piştevanên wê dibin.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî civîneke şêwirmendiyê ligel çend yasanas û pisporên Sûrî yên taybetmend li ser vê mijarê lidar dixe, ji bo dîtina rêkarên pêwîst bo parastina mafên hemwelatiyan û pûçkirina karvedanên van biryar û yasayên Rijêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî