Hin berpirsyarên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dîtin ku Rûsiya bi kişandina emzeya xwe ji rêkeftina Roma ya ku ligor tekesta wê dadgeha tawanên navdewletî hatiye damezradin, ” ji sizakirinê direve, ya ji ber tawanên şer yên di derheqê sivîlên Sûriyê pêkanîne “.
Û Mihemed Cûca endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê got ku “Mosko bi gelek tawanên şer hatiye dorpêçkirin, û hîç bijardeyek di destê wê de nemaye ji bilî reva ji dadgehkirinê ji ber tawanên wê yên ligor rêkeftina Roma”.
Herwiha got ku hin nîşanên xirab ên vê bûyerê hene, û hişyarî da ku heye ew bi encamdana êrîşên din yên xwînrijandinê di derheqê sivîlên Sûriyê li hin navçeyên din rabe “.
Hêjaye gotinê ku dadgeha tawanên navdewletî li gor rêkeftina Roma di sala 2002an de hatiye damezrandin, û kongirê diblomtasî yê bi çavdêriya NY li Roma di 17’ê tîrmeha 1998an de ew li xwe girtiye, û Rûsiya di 13’ê êlûna 2000 an de li ser rêkeftina damzrandinê amze kiriye.
Û dadgeha tawanên navdewletî taybetmend e bi tawanên ciynosayidê û yên dijî mirovahiyê û tawanên şer, herwiha yekser dikare di doseyên kesên tawanbarên di ber van tawanan de, yan yên bi awayekî nerasterast destê wan tê de heye kar bike.
Ji aliyê xwe ve, endamê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Ferhan dît ku bi sedan tawanên Rûsiya yên li Sûriyê kirine ji aliyê rêxistinên mafnas ve hatine belgekirin, tevî hebûna belgeyên rasterast li dijî wê, û bal kişand ku Mosko biryar li ser berdewamiya tawanên xwe li dijî gelê Sûriyê û reva ji dada navdewletî daye, û hişyarî da ku ev biryar baweriyê bi civaka navdewletî û rêxistinên wê lawaz dike.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya sûriyê