Rûsya û rêjîma Esed êrîşên xwe yên asmanî li dijî sivîlan li Heleb û Idlib û Humsê zêde kirine, di encamê de qurbanî ketine û zarok û jin di nav wan de hene, dema Rûsya Firokên xwe ji deryayê firandin û bajar û bajarokên rizgarkirî bombebaran kirin.
Çalakvanên bajarê Helebê yê dorpêçkirî gotin ku Firok ji asmanê bajar qut nabin, û dengin bilind tên, û malan bi sedema bombebarana tund dihejînin, û diyar kirin ko çar kes li taxa Elsalihîn şehîd ketin û sê kesên din ji nav wan jin û zarokek li taxa Mesakin Henano û yek li Elfirdews şehîd ketin.
Firokên helîkopter ên rêjîmê duşembê, belavok li ser bajarê Helebê avêtin têde gef li xelkê xwarine ko ew ê wan bi çekên giran ên teqîn-mezin bombebaran bikin, eger di 24 demjimêran de malên xwe vala nekin.
Lê li Humsê niştecihên taxa Elwe’ir ya dorpêçkirî, gotin ko ew ketin ber bombebaraneke tund û di encamê de neh kes şehîd ketin, pênc ji wan hatin naskirin û çar kes nenas in, û 15 kesên din birîndar bûn ji nav wan hin rewşên metirsîdar hene. Û bi sedema bombebarana bi ser navenda bijîşkî ya tenê de, ew navend ji kar derket, û nexweşxaneya Welîd û nexweşxana Elbir berê bi sedema êrîşan rawestiyane.
Wezîrê bergiriya Rûsî Sêrgî Şoygo doh got ko welatê wî êrîş dane ser Idlib û Humsê bi mûşk û firokên Rûsî yên ji gemiya vê dawiyê gihiştiye Derya Spî û got dê êrîş berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Emerîkî ew êrîş pirotesto kir, û dibîne ko ew tiştekî nayê buhûrandin, û binpêkirina yasaya navdewletî ye, û berdevka wezareta derve îlîzabêt Tordo di daxuyaniyekê de êrîşên Rêjîmê û Rûsya pirotesto kirin û bêtir got “êrîşên dawî pênc nexweşxane û kilînîkeke veguhêz li Sûriyê amanc kirine.”
Ji aliyê xwe ve şandyarê Birîtanî ji bo Sûriyê Garêt Baylî li ser dîwarê xwe yê Tiwîter got: bombebarana bakurê Sûriyê ya bêserûber ji aliyê Rûsya û Rêjîma Esed ve divê raweste û avêtina bermîlan bi ser Helebê de tiştekî kirêt e.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî