Erebistana Siûdî namake lezgîn ji bo Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûtî û serokê Komela Giştî û serokê Encûmena Ewlekariyê şand, da bi lez bilivin ji bo têkçûna rewşa mirovî li Sûriyê rawestînin.
Riyad name ji dêvila dewletên Encûmena Hevkariya Kendavê û dehên dewletan şandiye, û tê de daxwaz kiriye ko kar bikin ji bo binpêkirinên rêjîma Esed lidijî sivîlan rawestînin.
Nameya Erebistana Siûdiyê nearamiya xwe li ser rewşa mirovî ya metirsîdar û berdewam da xuyakirin, ku giring e alîkariyên mirovî û bijîşkî bi tekûzî li gora biryarên Encûmena Ewlekariyê ji bo xelkên pêdiviya wan pê heye bigihên.
Nameyê berpirsiyarî da ser milê Encûmena Ewlekariyê da bi vî karî rabe, her wiha piştgiriya encamên civîna Koma Pişgiriya Navdewletî bo Sûriyê 17.10.2016an kir. û neh dewletan li ser nameya mirovî ya lezgîn imze kirin û 59 dewletan piştgiriya wê kirin.
Di heman mijarê de, kongirêsê Emerîkî bi piranî yasaya “Parastina Sivîlan” li Sûriyê ya bi navê “Sîzer” pesend kir, ew yasaya ku tê de sizakirina pitşevanên rêjîma Esed heye, û yasasazin Emerîkî li ser pirojeyên yasaya yekem ko sizayine nû bidine ser Esed û Piştevanên wî û ya duyem ko sizayan li ser Îranê deh salan dirêjtir bike erê kirin.
Endamên kongirêsê û karmendên herdu partiyan ya Dîmuqratî û Komarî, tekez kirin ko pirojeyê yasayê dibêje: “sizayan li dijî rêjîma Esed bi sedema operasiyonên êşkencekirinê û kuştina komel û pêkanîna tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovantiyê pêk bînin” . Her wiha piroje dibêje ko sizayan lidijî yên ko alîkariyê didin Rêjîmê da van tawankariyan bike ev tê wateya ko Rûsya û Îranê jî dê siza bibin.
Jêder: Acans