Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî Daxwazê ji Waşinton Dike ko Yasaya Sîzer Bike Biryar

December 17, 2018
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî Daxwazê ji Waşinton Dike ko Yasaya Sîzer Bike Biryar

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Emerîka kir ko yasaya Sîzer ya derbarê parastina sivîlan û sizakirina berpirsiyarên rêjîma Esed û yên piştgiriyê dikin ya ko Encûmena cîgirên Emerîkî sala 2016ê biryar pê daye pesend bike.

Serokê desteya niştimanî Sûrî yê karûbarên girtî û windayan, Yasir Elferhan, tekezî li ser giringiya derçûna vê biryara Emerîkî kir, ji bo lêpirsînan digel berpirsiyarên rêjîmê derbarê tawankariyên derheqê miletê Sûrî kirne bikin, û wê û yên piştgiriya wê dikin siza bikin, her weha dixwaze ‘’komkujiyan derheqê miletê Sûrî rawestînin‘’ li gora ko di daxuyaniyê de hatiye.

Elferhan endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, matmayîna xwe anî ziman der barê ko heta nuha ev biryar dereng maye, tev ko dem daye serokê Emerîkî tenê bo 90 rojan, bo pêşinyarkirina herêma dijfirînê li Sûriyê. Elferhan dipirse, gelo kî ye yê vîto datîne ser vê biryarê? û got: ‘’Nediyar e kî pirojeyê yasayê asteng dike, Rûsya nahêle biryarên navdewletî di hindirê Encûmenê de bicî bibin, lê kî ye ewê li Emerîka rê li ber digire?‘’

Biryara Encûmena cîgiran di 16 çêriya paşî de ya sala 2016ê de hatiye dan, komîta peywendiyên derve ya Encûmena Rûsipiyan di eylûla 2017ê de di destpêka çilê pêşî de pesend kiriye, û nuha koçka spî piştgiriya pirojeyê biryarê kiriye, lê heta nuha dengdan li ser nebûye.

Elferhan got ku Hevbendiya Niştimanî ‘’Daxwaz ji Waşintonê kir ko mijarê jidil bistîne, tako rêjîm û yên piştgiriyê dikin bêtir pêde neçin‘’, û bal kişand ser vê sistbûna Emerîkî ko ‘’ Bi seba wê bobelat hatine serê miletê Sûrî, her weha piştgiriya PYD dikin‘’.

Pirojeyê yasaya Sîzer tekez dike ko Beşar Elesed berpirsê kuştina 400hezar sivîlî û wêrankirina 50% ji jêrxana Sûrî ye, hem perîşankirina 14 milyon xelk , ko ev pîstirîn bobelata mirovî ye li cîhanê ji 60 salan de.

Her weha pirojeyê yasayê, navtêdana dîtina çareseriyeke danûstandinê li Sûriyê dike, û daxwazê ji serokê Emerîkî dike ko sizayine nû bidin li ser çi firakisyonên ko piştgiriya rêjîmê an danûstandinê digel wê û alavên ewlehiya wê dikin, ji wan jî Îran û Rûsya.

Di yasayê de hatiye ko civaka navdewletî bo parastina sivîlan ji êrîşên hêzên rêjîmê û yên hizbulah têk çû, ji ber wan milet bi bermîlên teqîner bombebaran kirine, û çekên kîmawî û çekê birçîkirinê li dijî sivîlan bikar anîne, her weha segmanên rêjîmê bi mebest jinên ducanî amanc dikirin, û bargehên bijîşkî û dibistan û herêmên niştecihan û bazar bi mebest bombebaran dikirin.

Sîzer naznavê efserê cudabûyî ye, yê ko 55hezar wêneyên 11hezar girtiyan sala 2014ê derxistiye derveyî zindanê, û ew wêne bo encûmena Rûsipiyên Emerîkî pêşdîtin bûne, û gelek tişt li ser hate nivîsandin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Balafirên Hevpeymaniya Navnetewî Komkujiyeke Nû li Mizgefteke Dêrazorê Pêk Tînin

Balafirên Hevpeymaniya Navnetewî Komkujiyeke Nû li Mizgefteke Dêrazorê Pêk Tînin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.