Duhî roja yekşemê, ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navnetewî, komkujiyeke nû hat pêkanîn û têde bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, piştî êrişa li ser mizgefteke li rojhilatê gundewarê Dêrazorê, û ev yek hevdem tê ligel duberekirina êrîşan li dijî navendên sivîlan, ku ji aliyê rêxistinên navnetewî bi ” bêbihane” hat dîtin.
Ligor çalakvanên xwecihî, bêtir ji 17 kesên sivîl hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn, ji encama êrîşa balafirên hevpeymana navnetewî li ser mizgefta “ElboXatr” ya li nêzîkî bajarê “Hecîn” li gundên rojhilatî Dêrazorê.
Hevpeymaniya Navnetewî di daxuyaniyekê de ragihand ku li roja şembiyê, mizgeftek li bajarê “Hecîn” li parêzgeha Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê, ji aliyê balafirên wê hat bombebarankirin, bi behaneya ku rêxistina DAIŞ avahiyên ku bombebarankirina wan qedexe ye ji oparesyonan re bikar tîne.
Tê zanîn ku li pêncê vê mehê, komkujiyek li rojhilatê Dêrazorê ji aliyê hêzên Hevpeymaniya navnetewî hat pêkanîn, û têde 25 kesên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn, piştî armanckirina taxên bajarê “Hecîn” bi hejmarek êrîşên asmanî.
Sivîlên dorpêçkirî li bajarê “Hecîn” û bajarokên derdorê, di rewşeke mirovî ya xerab de dijîn, ji ber şerên dijwar di navbera milîtanên “PYD” û çeteyên”DAIŞ” de, herweha zêdebûna êrîşên balafirên Hevpeymaniya Navnetewî yên rojane, dibin sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan mirovên bêguneh.
Di demeke pêştir de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan pêkanîna 8 komkujiyan li Sûriyê li meha mijdarê piştrast kiribû, û diyar kiribû ku piraniya wan ji aliyê hevpeymaniya navnetewî hatine pêkanîn, hevdem rejîma Esed berpirsiyar dîtibû di ber hindek ji wan komkujiyan de.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza rawestandina êrîşên balafirên hevpeymaniya navnetewî li dijî taxên niştecihên gundewarê Dêrazorê kiribû, her weha dadpirsîna derbarê tawanên li dijî sivîlan û gerantiya duberenekirina wan tawanan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê