Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Uqab Yihya tekez kir ko hejmarên netewên yekgirtî û berpirsiyarên wê, qebareya tawankariyên rêjîma Esed derheqê sivîlan bi operasiyonên kuştinê û koçberkirina kotekî û guhertina dîmugrafî kirine diyar dikin.
Hevrêzkarê karûbarê mirovî yê Netewên yekgirtî Bano Simo Mitzîs di kongirekî rojnamevanî de li Cinêvê got:“Em hejmareke mezin ji derbideran dibînin, ji çileyê paşî heta nîsanê 920hezar kes derbider bûne, û ev mezintirîn hejmara derbideran e di kurtedemekê de”.
Yihya daxwaz kir ko hemû raport û vekolîlên derbarê Sûriyê dibin bêne parastin, ji bo wek nîşan li ser tawankariyên rêjîmê bêne bikaranîn, û got ku giring e dosya Sûriyê ber bi dedgeha tawankariyên navdewletî de bête şandin, û berpirsiyarên tawankariyên cengê têkevin ber dadpirsînê.
Yihya dibîne ko tiştê rêjîma Esed dike bi operasiyonên valakirina herêmên Sûriyê rêbazkirî ye, ji bo siyaseta koçkirina kotekî û valakirina dîmugrafî cîbicî bike, û diyar kir ko rêjîma Esed bi mebest herêmên rizgarkirî ji niştecihên wan vala kirine, û xelkin din ên alîgirên rêjîma Îranê ne li şûnba wan bicih kirine.
Û berdewam kir û got: “tiştê ko rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya dikin çi bombebaran be, an dorpêçkirin û koçkirina kotekî be, tawankariyên cengê ne, gerek civaka navdewletî wan rawestîne û piştgiriyê bike da ber bi dadgeha navdewletî ve bêne şandin”.
Ji destpêka vê sale de gûrkirineke leşkerî ya berfireh ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya û milîtanên tiroristî yên Îranî derheqê sivîlan li herêmên rizgarkirî çêbûye, tê de çekên corbicor tevlî çekên qedexeya navdewletî û çekên kîmawî bikar anîne.
Operasiytonên leşkerî hiştin ko niştecih ji herêmên corbicor bi şêweyekî kotekî ber bi Idlib û gundewarê Helebê ve biçin, û mezintirîn operesyon li Xûta Şamê çêbû, ya dora 400hezar kesî lê dijiyan, tev ko ew herêm ji yên kêmkirina şer e jî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî