Bajarokê “Binş” li gundên Idlibê rastî êrîşeke esmanî ya giran ji aliyê firokên rejîmê hat, û bû sedema kuştina du şehîdan û birîndarbûna 20 kesên din, û tevlî hilweşîna çend navendên saxlemî û xwendekariyê.
Ji aliyê çalakvanan ve wêneyên wêrankariya berfereh ya li “Binş” hatibûn kêşan, wan got ku take-nexweşxaneya bajêr jikar hate derxistin, piştî ziyanên mezin li beşên neştergeriyê û yê radyolojî û yê nivistinê û nivîsgehên rêvebirinê û hejmarek ji ambulansên wê bûn.
Rêveberiya tenduristiyê li bajêr diyar kir ku nexweşxaneyê xizmeta 100 hezar kesên bajêr dikir.
Herwiha dibistanin nêzî hev li navenda bajêr rastî êrîşan hatin, û di encam de çar dibistan ji xizmetê derketin, û ligor rêvebera perwerdeya Idlibê dibistan ev bûn: ” Dibistana diwenavencî ya Mustafa Farhat û ya Mamdouh Şu’îb û ya Asa’d Aldanî”.
Rêveberê ragihandinê yê rêveberiya perwerdehiya Idlibê Mustafa Haj Ali dibîne ku bajarê “Binş” ji hêla perwerdehiyê ve bajarekî wêrankirî ye, ji ber ku 12 dibistan li bajêr hene, çar ji wan bi carekî wêran bûne, û daxuyaniyek da ajansa “Smart” têde got ku pêdiviya dibistanên wêrankirî bi kujmek diravî ya mezin heye ji bo çaksazkirina pencer û derî û alavên fêrkirinê.
Hevdem li gel zêdebûna zêdegaviyên leşkerî li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê, gelek navendên zindî û jêrxane hatine jinavbirin, û bi dehan qurbaniyên şehîd û bi sedan birîndar çêbûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî