Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, redkirina xwe ji çi agirbesta parçekirî re dubare kirin, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kirin ko bi berpirsiyariyên xwe rabe ji bo sivîlan ji êrîşên tiroristî biparêze, yên ko rêjîma Esed û hevalbendên wî li dijî niştecihan dikin.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan di daxuyaniyeke taybet de îro got: agirbesta ji Netewên Yekbûyî hatiye pêşkêşkirin divê hemû herêmên Sûriyê tê de bin, û ne tenê li Helebê pêk bê. Û destnîşan kir ko hemû herêmên Sûriyê hewcedarî alîkariya lezgîn in.
Elferhan destnîşan kir ko giring e rê li ber Rêjîmê bê girtin û nema milet bikuje. û biryarên navdewletî û di serî de 2254 ji wan jî herdu bend 12 û 13 yên ko rewşa mirovî baş dikin bicih bike, tako bigihê damezirandina desthilatdara veguhêz bi hemû karûbarên xwe yên cîbicîkirinê û ji nav wan jî karûbarên serokê komarê.
Milîtanên Beşar û hevalbendên wî di bombebarana bajar û bajarokên Sûriyê de berdewam in, û hin çekên qedexe ji nav wan jî napalma sotandinê û ya goşî bikar tînin.
Encûmenên Dareya û Dûma karê xwe heta rewşake din rawestandin. Ji ber ko operasiyoneke tund li ser taxên niştecihan çêbûye.
Berpirsiyarê karûbarên mirovî yê Netewên Yekbûyî Stîven Obrayin, doh Duşembê got ko rêkxistina navdewletî ji bo gihandina alîkariyan bo Helebê amade ye, lê belê ew hewcedare ko hemû alî, ne tenê Rûsya, bi agirbesta mirovî ya 48 demjimêran pabend bin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Selah Elhemewî di daxuyaniyekê de îro got ku gerek çareserî herdemî bin û ne demkî bin. dubare tekezî li ser helwesta şoreşa Sûriyê kir, ji bo bidestxistina azadî û rûmetê û rûxandina rêjîma Esed û zilamên wî û avakirina dewlekete piralî û dîmuqratî.
Elhemewî daxwaz ji hevalên gelê Sûrî û Yekîtiya Ewropî kir ko li kêleka miletê Sûrî rawestin, miletê ko rojane li ser destê milîtanên rêjîmê û hevalbendên wê kuştaran di derheqê milet de pêk tînin.
Jêder: Hevbendî