Raportek ji Nivîsgeha Ragihandinê derket, têde destnîşan kir ko bêtir ji 270 hezar kesên kêmendam ji destpêka Şoreşê de li nav Sûriyan çê bûne, û tirs jê heye ko hejmara wan bêtir bibe bi sedema xurtbûna tundûtûjiyê û pirbûna şer, ko hişt ev kêmendamî bêtir bibe û bi gelek şêweyan, çi jêkirina dest û lingan be, an pûçbûn û şêwandinên corbecor yan jikarketina endamên laşî yan êşên mêjî û derûnî bin.
Raporta bi navê “jiyana Sûriyên xwedan pêdiviyên taybet.. tehliya di tehliyê de..wêneyekî ji derdeseriya vî beşê jibîrkirî dikampan û dewletên penaberiyê de pêşkêş dike..
Bi berdewamiya bombebarandina hêzên Esed ya rojane ji piraniya bajarên Sûriyê re, dihêle kêmendam bêtir bibin û zehmetkêşiya Sûriyan mezintir bibe, digel piştguhkirina navdewletî ji bobelata wan re û tunebûna piştgiriya tendiristî , digel kêmendamiyê gelek arîşeyên din jî hene ji nav wan penaberî û lawaziya rewşa darayî û nebûna çareseriya pêdivî.
Ji bo dîtina PDFa tevahiya raporê pê li vir bike
Jêder: Hevbendî