Encumena Nerwcê ya penaberan dest bi alîkariyan jibo penaberên sûrî û yên ji parêzgehên Îraqê hatine herêmê bi sedema teqîn û êrîşên Daiş li ser deverên wan kir.
Rengê alîkariya rêxistina nerwicî du beş bûn. Yê yekemîn, her penaberek wê 250$ bistîne, û divê pê pêdiviyên mala xwe bikire û mala xwe pê berbihev bike, û piştî ku mala xwe saz bike komîtek ji wê rêxistinê wê riya xwe bi penaberan bixe û bi çavan bibîne ku her penaberekî bi wî nirxî çawa mala xwe pêk aniye. Di qonaxa duyemîn de her penaberek wê 350$ bistîne, ango tiştê kêm ji xwe re bikire. Mixabin her penaberkî şîka xwe stend û gava berî dan markêta froştinê, astengî ji aliyê xwediyê markêtê ji wan re derketin ji encama rêkeftina di nav markêtê û rêxistina nerwîcî de, astengî ew bû ku her penaberekî divê bi nirxê wê şîka standî 4 – 5 tiştên destnîşankirî bikere. Tevî ku tiştê di dilê her penaberkî de ew bû ku ji xwe re bi wan pereyan pêdiviyekî sereke yê ku li mala wî tune ye bikire wek ( telefizton – cilşok – filtera avê – sarince – firnê gazê), derket ku ew peymana di navbera xwediyê markêtê û rêxistinê de, tekeziyê li ser qedexekirina firoştina ew tiştên bi nav bûn ji penaberan re dike, û wilo dilxweşiya penaberan bi serî nebû di kirîna pêdiviyan de , û tiştine din li ser wan ferz bûn.
Jêder: (Hevbendî – Hewlêr – Hîwa can)