Serokê Desthilata Demkî ya Sûrî Ehmed Tu’ima tekez kir ko Herêma hêmin dibe ku di çend mehên dahatî de pêk were. Tu’ima di daxuyaniya xwe de ji kenala Elerebiyê re got: “Herêma hêmin ji ber gelek sedeman pêwîst bûye, girintirîn sedem, têkbirina tundrewiyê li hejmarek herêmên bakurî sûriyê û alîkariya Desthilata Demkî da xizmetên xwe li ser xaka Sûriyê pêşkêş bike” û got “Em hewcedarî sê Herêmên hêmin in li Bakur, Navîn û Başûrê Sûriyê.”
Herweha Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî doz li Hevpeymana Navdewletî kir ku”giring e bi lezgînî Herêmên hêmin li Bakur û Başûrê Sûriyê li gora lêkolîna Hevbendiyê ya tekûz derbarê evê mijarê pêşkêş kir, û piştgiriya Artêşa Azad bibe da bikaribe sivîlan biparêze, û êrîşên asmanî yên firokên Esed li ser taxên sivîlan birawestîne,” Elherîrî di hevdîtineke taybet de digel Nivîsgeha ragihandinê destnîşan kir ko “herêma ko em doza wê dikin ne dawiya rê ye, lê belê navnîşana qonaxekê ye, û gaveke tektîkî ye da em bigihên armanca bingehîn di ruxandina Esed û nandozên wî de li sûriyê”
Jêder: Hevbendî