Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Mihemed Qedah doz li dewletên cîhanê û rêxistinên navdewletî kir bo ” Hilgirtina berpirsyariyên xwe li himber karesata mirovahî li kampên penaberan bi rûbirûbûna serma dijwar û pêlên berfê yên ku êrîşî devera Rojhilata Erebî û deverên derdora derya spî dikin”. Û got ” Xwîna keça zarok a ku serma berfê germahiya wê li kampa Bîq´a ya Libnanî vemirand û ew kir termeke bêdeng, ew di sedsala 21ê de pencemoreke şermê di wijdanê mirovahiyê de ye! Cihê mixabiniyê ye ku gelek hikûmet pêrabûnin dijwar bo kontrolkirina sînorê xwe li pêş pêşwaziya penaberên Sûrî pêk bînin, û di avêtina gavin piraktîkî bo rûbirûbûna karesata mirovahî ku li Sûriyan dide xwe sist bikin, “
Endamê Desteya Siyasî wisa daxuyaniya xwe bidawî kir û got: ” Di dema ku rejîma Iranî û Rûsî piştgirya rejîma Esed a tawankar bi sarûxên Skod û hemû coreyên sarûxan û çekên giran bo vemirtina vîna gel dikin, girûpa hevalên milletê Sûrî bêçare ne li pêş dana piştgiriya pêwîst ji penaberên Sûrî re ên ku doza azadiyê û dewleta yasayê kirin “.
Jêder: Hevbendî