Hêzên Esed careke din rabûn bi bikaranîna gaza kilorê li dijî sivîlên Xûta Şamê ya rojhilat, tevî hişyardariyên navdewletî yên tund ji bo rawestandina bikaranîna wê û biryara 2401 ya agirbesteke 30 rojî bi kêmayî, û gihandina alîkariyên mirovî bo pîwîstdaran.
Bergiriya sivîl ya Sûrî li gundewarê Şamê got ku 124 sivîl rûbirû bihnçikandinê hatin, ji wan 100 jin û zarok bûn bi sedema bombebarankirina taxên nişteciyan yên di navbera herdu bajarên “Seqba” û “Hemoriyê” de bi bermîlên teqîner yên bi gaza kilora jehrê.
Ku duhî li roja çarşemê, 92 sivîl li Xûta rojhilat bi sedema êrîşan şehîd ketin, ku Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ev êrîşên leşkerî bi oparesyona komelkujî bi piştgiriya rasterast ya Rûsiya dabû zanîn.
Û NY li çend rojên borî bi zimanekî tund li hember kiryarên rijêma Esed û palpiştên wê daxuyanî dabûn, û serokê komîta lêkolîna hevbeş Pawlo Pînîro tekez kiribû ku tawanên şer ji aliyê rijêma Esed bi rêka bikaranîna çekên kêmiyayî li dijî sivîlan hatine pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve, Mîr Zeyd Ra’id kurê Elhusên duhî di raporta salane de ya encûmena mafên mirov ya NY gotibû ku rijêma Esed derewîn e û gotibû: “li dema ku yek amade be gelê xwe bi hêsanî bikuje, wê bi hêsanî derewan jî bike”, û bal kişandibû ku sercem axaftinên Rijêmê derbarê “standina sercem rêşûnên pêwîst ji bo parastina sivîlan, bi awayekî xuya derew in”.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de cext kiribû ku rijêma Esed tawanên xwe ranawestîn e, ne bi rêka “standina rêşûnên pûçkirina vîtoya Rûsiya li konseya ewlekariyê” be, ku ji konseya ewlekariyê di serî de tê xwestin rabe bi rawestandina êrîşên hêzên Esed û milîsên Îranê û dadgehkirina tawanbarên şer û bikarhênerên çekên kêmiyayî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî