Doh sêşembê 18 kes şehîd ketine, 6 zarok û 5 jin di nav wan de hebûn. û Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, 41 binpêkirinên bi destê hêzên Esed û milîtanên Îranî li şeş parêzgehên Sûriyê tomar kirine.
Berevaniya sivîl şehîdbûna endamekî xwe li gundê Wadî Bereda li gundewarê Şamê navê wî “Mihemed Sewan” e ragihand, her weha di operasiyona bombebarana herêmê de 5 sivîl birîndar bûne, û herêm ji 13 rojan ve ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya ku ziyan gihande kaniya “Eyn Elfîcê” ya avê dide bajarê Şamê, û rêjeya avê lê kêm bûye.
Jêderekî ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku Rêjîm û Îran hewil didin peymana agirbestê têk bidin, ji ber baweriya wan tenê bi çareseriya leşkerî tê, û behaneya derdixin ko komên tiroristî hene, tev ko nexşe tev ji aliyê dabînker (Rûsya) gihane wan.
Jêder tekez kir ku giring e hêzên Beşar û milîtanên Îranî bi peymanê bên pabendkirin, û hewildanên têkbirina wê nehêlin, û tekezî li ser rawestandina bilez ji binpêkirinan re û cîbicîkirina xalan kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî