Wezîrê derve yê Qeterî Mihemed Ebdulrehman Al Sanî, îro çarşembê li Dewha paytexta Qeterê, pêşwaziya serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde û hevrêzkarê giştî yê desteya bilind ya danûstandinan Riyad Hicab kir.
Di civînê de ya ko emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed û serokê desthilata Sûriyê ya demkî Cewad Ebû Heteb lê amade bûn, li ser rewşa siyasî û meydanî û rewşa herêmên dorpêçkirî û êrîşên berdewam ji aliyên rêjîmê û milîtanên Îranî li ser Wadî Bereda gotûbêj kirin.
Û di Hevdîtinê de karê Hevbendiya Niştimanî û desthilata demkî di dema buhûrî de anîn ber çav, û tekezî li ser giringiya piştgiriya pirojeyên desthilatê li herêmên rizgarkirî kirin, ji bo pêşkêşkirina xizmetan ji hemû Sûriyan re.
Di hevdîtinê de karê desteya bilind ya danûstandinan hate gengeşekirin û li ser tekûzkirina kar di riya havkariya navbera Hevbendiya Niştimanî û Desteya Bilind û Artêşa azad de di dema dahatî de tekez kirin.
Şanda Hevbendiya Niştimanî dê seredana xwe ya fermî ji bo dewleta Qeterê îro pişt hevdîtinê bi revenda Sûrî ya li Qeterê re bidawî bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyan Niştimanî