Hin endamên perlemantoya Okraniya gotin ku kiryarên Rijêmê û Rûsiya dikin, heman kiryarên li “Giroznî” paytexta Şîşinstanê ye, yên di navbera salên 1994 û 1995 an de hatin encamdan, ku bajar bicarekê hat wêrankirin û termên xelkê wê dibin kavilan de man.
Îro wan perlemantaran di daxuyanêkê de ya emzekirî ji aliyê cîgirê yekem yê Perlemantoyê, Îrîna Hîraşîkino, û serokê komîta têkliyên derve yê perlemantoyê Hana Hibko, û cîgira komîta hevtimamkara Ewropa Mariya Înofa, di daxuyaniyê de daxwaza standina hemû rêşûn û mizaxtan û bikaranîna hemû mîkanzimên berdest ji rêxistinên navdewletî kirin, û di serî de daxwaz ji NY û komkara Erebî û rêxistina hevkariya Îslamî kirin ji bo xistina guvaşê li ser tawankarên jiyê terorê dirêj dikin, nemaze li ser Rijêmê û Rûsiya û neçarkirina wan bi pêgiriya soz û peymanên xwe ligor yasa mirovî ya navdewletî.
Herwiha daxwaz ji NY kirin ji bo destpêkirina mîkanizma şopandina rastî û dûvçûnên tawanên şer yên li Sûriyê hatîn pêkanîn kirin, û daxwaza raguhestina tawankaran bo dagehê kirin, û zêdekirina sizayan li dijî Mosko ji ber hevpariya wê di pêkanîna tawanên şer de li Sûriyê.
Perlemantaran alîgiriya xwe ji rêkeftina agirbestê û ji rawestandina tawanên qirkirinê re yên dibin ragihandin, û piştgiriya xwe ji mafên sivîlên Sûriyê re diyar kirin, û giringiya destpêkirina danustandinan, yên ji bo dîtina çareseriya siyasî, û hevdem nîgeraniya xwe nîşan dan li hember zafhkirina oparesyinên leşkerî û ew bi “kuştarek rasteqîn ya tê encamdan li ser destê hêzên rijêmê û hevalbendên wê yên navdewletî li dijî xelkê bajarê Helebê yê aştîxwaz” bi nav kirin.
Jêder: Nivîsîngehax Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê