Duhî roja yekşemê zêdetir ji 30 sivîlan şehîd ketin bi sedema oparesyonên leşkerî yên Rijêmê û milîsên hizibulaha terorîst li dijî çend navçeyên Sûriyê, piştî pêkanîna bêhtir ji 20 binpêkirinên agirbestê, ji dema hatî amzekirin di dawiya heyva çilê pêşî de.
Û çalakvanên Wadî Bereda ya li gundewarê Şamê, gotin ku hêzên Esed bi şêweyek berdewam navçeyê bi firokên şer û top û tankan bombebaran dikin, hevdem ligel hewlên êrîşên bejikî ji bo derbasî navçeyê bibin ji hêla gundê “E’în Fîcê”, û tekez kirin ku tabûrên şoreşê karîbûn bersiva hewlên Rijêmê bidin û hejmarek ji serbazên Rijêmê bikujin.
Ku ji nêzîkî heyvekî ve, êrîş li ser Wadî Bereda dibin ji aliyê hêzên Rijêmê û çeteyên hizibulaha terorîst û pasdarên Îranê, bi behaneya hebûna çeteyên rêxistina DAIŞê û bereya Feteh Elşam, û tevî ku ev yek ji aliyê drsteyên navçeyê hatiye redkirin, û tevî rêkeftina agirbestê ya ku ji aliyê NY û biryara 2334 û bi çavdêriya Rûsiya û Tirkiyê hatiye imzekirin.
Û ev oparesyona bitewşî bûye sedema ketina bi dehên şehîd û birîndaran, tevlî ketina ziyanên mezin li kargeha kaniya E’în Fîcê ya yekemîn jêderê ava vexwarinê ye li bajarê Şamê û dorubera wê, ku av ji ser 6 milyon kesî hatiye birîn li Şamê.
Çalakvanan ragihandin ku bajarê keferzêta û gundê Elseyad û bajarê El´letaminê û navçeya Bitêş li Hemayê ji aliyê firokên şer bi mûşekan hatin bombebarankirin, û têde bi dehan şehîd û birîndar ketine, û herwiha bajarê Elresten û Telibîsê û Ferhaniyê li gundewarê Himusê bi firokên şer hatine bombebarankirin, û têde çend kes şehîd û birîndar ketin, herwiha bajarokên Elhacib û Elîs û Kefercom li gundewarê rojavayê Helebê bi firokan hatin bombebarankirin.
Û îro roja duşemê, Mihemed Alûş serokê şanda hêzên şoreşê, di destpêka kongirê “Astana“ de yê li Kazaxistanê, daxwaza rawestandina hemû kiryarên leşkerî li Sûriyê kir, û daxwaza cêbicêkirina hemû biryarên navdewletî yên girêdayî rewşa Sûriyê kir, û cext li ser giringiya derxistina milîsên biyanî yên palpiştê Rijêmê kir, û giringiya xistina wan di nav lîsteya rêxistinên terorîst de, û dît ku hebûna wan li Sûriyê dibe rêgir li pêş bicîkirina agirbestê, û dibe fakterê rijandina xwîna gelê Sûriyê bi awayekî zêdetir.
Jêder: nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê