Tuesday, June 10, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Raport: Zarokên Sûriyê Mezintirîn Qurbaniyên Cenga Rêjîmê Dijî Miletê Sûriyê Ne

January 23, 2017
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Raport: Zarokên Sûriyê Mezintirîn Qurbaniyên Cenga Rêjîmê Dijî Miletê Sûriyê Ne

Raporteke nûçeyan diyar kir ko di cenga rêjîma Beşar û milîtanên biyanî de yên ko Îran piştgiriya wan dike, ziyana herî mezin li zarokan dibe, û got ku sosretên cengê bandora xwe li wan kesên ko ji malên xwe derbider bûne jî kiriye.

Acansa Enadol ya nûçeyan raportek li ser zehmetkêşana miletê Sûrî bi giştî û ya zarokan bi taybetî belav kiriye, tê de destnîşan kiriye ko ew kesên ji malên xwe derbider bûne “qedera wan e ko hişê wan dagirtî be ji dîmenên kuştin û wêraniyê, û wî derdî bi xwe re bibin her derê”.

Raport li ser zarokên Helebê axivî, ew ên ji malên xwe reviyane û bêxwedî mane, piştî taxên wan ketin ber êrîşên rêjîmê û milîtanên wê.  Û serbûriyên hin kalemêr û pîrejinên sax mane, û derdên ko dîtine berî ko bigihên sînor û derbasî Tirkiyê bibin bi berfirehî şirove kirine.

Raportê aniye ziman ko tunebûna alavên locistî û turumbêlên servîs yên hindirîn, bû sedema ko gelek sivîl şehîd ketin, çimkî turumbêlên ambulansê nikarîbûn hemû birîndaran ber bi nexweşxanan ve veguhêzin. Raportê destnîşan kir ko rewşa tendiristî ya zarokan gava ko gihan nexweşxaneyên Tirkiyê pir nebaş bû, çimkî gelek tirs û matmayînî û derd di rûyê wan de diyar bûn.

Û ji ber ku hejmareke mezin ji xelkê bi destê hêzên rêjîmê û milîtanên wê hatine kuştin, yek ji penaberên Sûrî yên ko di raportê de axivîne got ku wî ji Malperên Civakî yên Enternetê nas kiriye ko birayê wî û jina xwe û lawikê wan hatine kuştin, ji ber nebûna cih di goristanê de hemû di gorekê de veşartine.

Her weha raportên ko ji rêkxistina Yonîsêv ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, yên dûmahiya sala derbasbûyî derketine, tekez kirine ko navbera çar heta heşt milyon zarok anko bêtir ji 80%  ji zarokên Sûriyê, ji encama cenga rêjîmê li dijî miletê xwe bandor li wan hatiye kirin. Her weha rêkxistina bi zaroktiyê ve têkildar e, destnîşan kiriye ko dora du milyon zarokên Sûrî yên penaber hewcedarî piştgirî û çareserkirina derûnî ne.

Raportine mafnasiyê yên navdewletî yên din, li gora acansa Enadol, dibêjin ku li dora 8 milyon zarokên Sûrî, çi yên li hundir mane û bi sedema cenga rêjîma Esed û hevalbendên wê ketine ber dorpêçê û tirs û aloziya jiyan dîtine, an çi yên derketine dewletên derdorê, hêj tirs û dîmenên kuştin û wêraniyê di hişê wan de ne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acansa Enadol

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Nêrebiyê: Em Red Dikin Îran Bibe Dewleteke Gerantîkar Ji Rêkeftina Agirbestê Re

Nêrebiyê: Em Red Dikin Îran Bibe Dewleteke Gerantîkar Ji Rêkeftina Agirbestê Re

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.