Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, di bîranîna pêncemîn ya şoreşa Sûrî de, tekez kir ku ev helkeft bangawaziyek nû ye ji tevaya Sûriyan re, ji bo şoreşa xwe bikin nasnameyeke hevbeş û li dorê kom bibin û tevlî rêzên wê bibin.
Û Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de got: xwepêşandanên gelê Sûriyê yên ku di rojên bûrî de derketin, berdewamî bûn ji xwepêşandanên yekemîn roja şoreş re, û nameyek bû bi zimanekî ku her kes tê digihêje, nameyek bû , bi ala şoreşê ya ji Deraa ta bi helebê dirêj bû , wê alê da zelalkirin ku ew sîmbola mafên rewa ye, û nexşeya rêça azadî û rizgariyê xêz dike, ne tenê ji şoreşgeran re, lê belê ji tevahiya Sûriyan re.
Û daxuyaniyê her wiha got ku îro gelê Sûriyê adarek nû dijîn, adarek bîna adara wan ya yekemîn jê tê mizgîniyên serkeftinê têde li pey hev tên, piştî bûrîna salên dirêj û dijwar, îro û tevî mirin û wêrniyê, tevî girtin û dorpêçkirinê Sûriyan karîbûn ketwareke cuda ferz bikin, ketwara wan ya xwestibûn, tevî nexwestina pir kesên ku dijminaya wan dikirin.
Û Hevbendiyê nîşan da ku ew her pênc salên bûrî tevî birînên li pey xwe hiştin, lê belê wan diristiya mirovên Sûrî û paxirê wî yê buha aşkere kirin. Diyar bû ko jinên Sûriyê serbilind in, mêrên wê qehreman in, vaye Sûriyan ji nû ve baweriya xwe bi piransîb û armancên xwe û bi rêkên misogerkirina wan tekez dikin, nuha piştî pênc salan, bêtir têdigihên û nas kirin, kîne ew aliyên ko nahêlin ew azadiya xwe bidest bixin, ew aliyên ji bilî Esed, Şoreşa Sûriyê beraber wan rêkxistinên tirorist rawestiya çi yên îdyolocî an yên netewî bin.
Û hevbendiyê tekez kir ku îro û li pêşberî mijarên giring û yên çarenivîsî, eger berbang bê an tarî dîsa asmanê me reş bike, bijardeya me a bi tenê ewe ko em bi dozkirina mafê xwe pabend in, ko em, ji bo wî derketin û ev çaktirîn wefadarî ye bi pakrewanan re, pakrewanên azadî û dadê, divê em sebr û samaxê bikşînin û kar bikin heta armancên ko rewanê xwe ji bo wê dane misoger bikin.
Jêder : Hevbendî