Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî a xola 56an sibeha îro pênşemê di heman demê de li bajarê Ezazê û Stanbolê di riya odeyeke telfizyonî girtî re birê ketin.
Û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser pêşhatên rewşa meydanî û siyasî pêşkêş kir, û cextî li ser retkirina şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed dixwaze lidar bixe kir, dît ku hilbijartin dijberî biryarên navdewletî ne.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên 2018 û 2254 kir, her weha pêkanîna veguhestina siyasî li welêt û lidarxistina desteyeke hikumdarî veguhêz.
Û Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî raporên karên xwe berçav kirin, û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Sindoqa Qerzdanê raporên karên xwe pêşkêş kirin, her weha Desteya Siyasî jî biryarên ku hewceyî pejrandinê ne raxistin.
Û Endamên Desteya Giştî rewşa derbider û koçberan şopandin, û behsa rêyên dabînkirina tevaya pêdviyên wan li deverên rizgarkirî kirin, her weha şopandina doseya helmeta dermanbirênê dijî vîrosa korona.
Û Endamên Desteya Giştî dê siba înê zincîra civînên xwe yên xola niha temam bikin, û raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan dê werin pêşkêş kirin, her weha raporên Desteya Danûstandinê û yên Komîteya Destûrî ya Sûrî dê ji Desteya Giştî re werin pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî