Hikûmeta Sûrî ya Demkî Rapora karên xwe yê di dema bûrî de di Civakên Desteyê ya xola 56an de li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşkêş kir.
Û Serokê Hikûmetê Ebdulrihman Mustefa, çalakiyên hikûmetê û karên wê li deverên rizgarkirî tevî vekirina pirojeyên xizmetkariyê yên nû berçav kir, û tekez kir ku tevaya wezaretên hilûmetê li gor pilana ji aliyê hikûmetê ve hatiye danîn û pirogram û pilanên wezaretan yên ku ji aliyê Hevbendiyê ve hatine pesendkirin karên xwe pêk anîn, tevî rêgirî û astengî û lawazbûna karînên berdest.
Û Mustefa li ser hevdîtin û serdanên ku li ser asta derve li gel berpirs û nûnerên navdewletî û li ser asta xwecihî li gel sazî û encûmenên xwecihî û çalakiyên şoreşgerî pê rabûye axivî, û bal kişand ser ku di serdan û hevdîtinan de giringî da ketwar û debara jiyanê û xizmetkarî û aboriyê di riya vekirina saziyên hikûmetê yên nû re, û guhdana bi dozên koçber û derbider û xebatên bo dabînkirina pêdviyên wan û xurtkirina ewlehî û aramiyê û dubarekirina sîstema Artêşa Niştimanî ya Sûrî û bilindkirina şiyanên wê di cengê de.
Û Mustefa tevaya biryarên ji aliyê Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve derketine berçav kir, û ya balkêş di wan biryaran de bexşandina destûrnameyan bo vekirina sê zanîngehên taybet li deverên rizgarkirî ji bo pêşxistina pirosesa fêrkirinê û vehewandina xwendekarên sûrî bû.
Û Serokê Hikûmetê karên Wezareta Berevaniyê tevî şopandina rewşa wê ya meydanî û leşkerî û karên rêvebiriyên polîsên leşkerî û dadgeha leşkerî û perwerdeya derûnî zelal kirin, her weha çavdêrkirina eniyên leşkerî û amadekariyên şervanan û vekirina xolên amadekirina efserên kolîja leşkerî.
Û Mustefa li ser karên Wezareta Navxwe axivî, û got ku rêvebiriya ewlehiyê ya bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, pilaneke ewlehî danî, têde hemû efser û rêz efserên di rêvebiriyê de ketin amadebaşiya tam, daku di riya belavkirina xalên kontrolê, aramiyê li hundirê bajêr û derve pêk bînin, û hemû otombêlên dikevin bajêr kontirol bikin.
Û şiroveyek li ser karê polîsan di dîtina mayînên teqîner û têkbirina wan û li ser girtina hejmarek ji kesên tevlî cêbicîkirina wan êrîşên teroristî bûne pêşkêş kir.
Û Serokê Hikûmetê karê wezaretên darayî û aborî û pirojeyên ku li vê dawiyê ava kirine û şopandina karê dergehên sînorî û rêvebiriya gumrûkê berçav kir, û got ku karmendên di gumrikê de xolên rahênanê derbarê sîstemên gumrikî û vedîtina xapandinên bazirganî bidawî kirin.
Û Mustefa li ser karê Wezareta Tenduristiyê û rola wê di piştgirî û serpereştî û pîlankirinên girêdayî helmeta dermanbirina dijî vîrosa korona yaku tîma sûrî rêvebiriya wê dike axivî, her weha karê otombêlên veguhêz yên pispor di çareserkirina nexwaşiyên nefes û derd û nexwaşiyên govdeyî, û got ku hejmara kesên sûd ji van kilînîkan wergirtine derdora 13 hezar kes bûn, ew jî ji mêr û jin û zarokan pêk dihatin.
Û Serokê Hikûmeta Demkî karê Wezareta Rêvebiriya Xwecihî Û Xizmetkarî û piroje û çalakiyên ku wezaret pê rabûye diyar kir, û guhdana wezaretê bi doz û karûbarên koçber û derbideran û karê li ser dabînkirina pêdviyên wan dibe eşkere kir, her weha karê giring yê rêvebiriya karûbarê encûmenên xwecihî wek derxistina kertên danasînê û lêkolîna xerckirinê di encûmenên parêzgehan de, û şopandina doseya berfirehkirina avahiyan li bajarê Ezazê.
Û Mustefa karê Wezareta Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetkariyan di warê aletrîk û ava xercbûyî û rê û veguhestin û pêwendiyan diyar kir.
Û Wezîr şiroveyek li ser çalakiyên wezaretê û pilanên wê derbarê karûbarên çandinê de û samana ajal û avdanê û karê saziya giştî ya êm û saziya giştî ya dexl û dan pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî