Wezîrê derve yê Birîtanî Maykil Falon, bombebarankirina Rûsî li ser Sûriyê pirtesto kir, û bêzariya xwe ji pirbûna qurbaniyên sivîl û endamên Artêşa azad diyar kir, û Falon got: “ texmînên li bal me dibêjin ko bisedan ji Sivîlan hatine kuştin bi sedema bikaranîna çekên nearastkirî li Herêmên Sivîlan û dijî girûpên Artêşa azad”
Falon doh çarşemê berî civîna wezîrên berevaniyê li Parîsê, yê ji bo nirxaandina karê Hevpeymana bi serokatiya Waşinton li Sûriya û Îraqê got ko “xurtkirina Rêjîma Esed tenê dema êş û azaran dirêj dike .” û doz li Rûsya kir ji bo ko “şiyanên xwe bikar bîne da bide xuyakirin ko chê Esed di paşeroja Sûriyê de nîn e.”
Û got ku dem hatiye ko ji têkçûnên Rêkxistina Daiş yên vê dawiyê sûde wergirin, û dorpêçê li dora cîgehê wê li Reqayê asê bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dîtina xwe berê diyar kiribû ko nepirotestokirina civaka Navdewletî ji dijminkariya Rûya re û nerawestandina di rûyê kuştarên wê de, yên der heqê miletê Sûrî dike, ew bi xwe piştgirya tawankariyê ye û beşdarbûn di astengkirina çareseriya siyasî de ye, û beravêtîkirina operasiyona danûstandinan e, berî ko dest pê bikin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko tawankariyên Rêjîma Esed û hevalbendên wî binpêkirineke eşkere ye ji biryara 2254an re, ya ko dibêje êrîşan li dijî sivîlan yekser birawestînin. û tekez kir ko bêdengiya civaka navdewletî li ser tawankariyên Rêjîma Esed û hevlabendên wî li dijî sivîlan û arzandîtina xwîna wan şerm û têkçûneke mirovahî ye.
Hevbendî+Acans