Nêzîkî 120 rêxistinên hawarhatina mirovî û ajansên NY, bangewaziyeke hevbeş dan, têde gazî li mirovên tevaya cîhanê kirin ji bo tevlîkirina dengên xwe digel dengê wan û daxwazkirina bidawîkirina êş û azarên bimilyonan ji gelê Sûriyê.
Rêxistin NY ya zarokan (UNCIEF) ew bangewaziya hevbeş di malpera xwe de li ser enternêtê belav kiriye û têde hatiye “niha û digel nêzîkbûn qeyrana Sûriyê ji sala xwe ya şeşan , ku hêjî xwînrijandin didomîne û îro azar kûrtir bûne, lewra em bangewaziyê li hemû serkirdeyên rêxistinên mirovî û ajansên NY dikin, netenê ji hikûmetan herwiha ji her kesî – ji tevaya welatiyên cîhanê- bo tevlîkirina dengê xwe digel yê me, da em han bidin li ser bidawîkirina xwînrijandinê”.
Bangawaziyê amaje kiriyr ku 13 milyon û nîv ji welatiyên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û paşeroja wan di metirsiyê de ye.
Bangewaziyê tekezî kir li ser giringiya hebûna çend xalan di her rêkeftinek siyasî de, yekem ku rê bête dan bi awayekî berdewam û hertimî li pêş rêxistinên hawarhatinê bona gihandina alîkariyan bo sercem pêwîstdarên di hindur de û pêşkêşkirina alîkariyên bilez. Duwem; ragirtina şer û pevçûnan ji ber sedemên mirovî, û sepandina agirbesteke bêmerc û çavdêrî li ser bête danîn ji bona rê bête dan ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji sivîlan re û encamdana hilmetên saxlemiyê tevî hilmetên vaksîndanê û herwiha zarok bikaribin vegerin dibîstanên xwe.
Herwiha daxwaz kiriye ku pêwîst e êrîşên ser jêrxana bingehîn ya bajarvaniyê bêne rawestandin, ji bona xwendingeh û nexweşxane û tora avê bêne parastin û herwiha gerantiya çûnûhatinê bo hemû sivîlan û rakirina bilez ji dorpêçkirinê re ji ser navçeyan ji aliyê rêjîma Esed û DAÎŞê ve.
Hêjayê gotinê ye ku nûnerê Hevbendiya Niştimanî li NY, Necîb Elxidban daxwaza standina pêgavên pêwîst ji encûmena ewlekariyê kiribû bo şikandina dorpêçkirina bajaran û gotibû: “pêşkêşkirina alîkariyan carekê tenê, birçîkirina rêbazkirî ya rêjîma Esed der heqê sivîlan renawestîne”.
Elxedban bal kişandibû ku niha milyon kes asê mane û rêjîma Esed alîkariyên mirovî didize û nahêle bigehêje wan û weha jî gotibû “gelek kalemêr û jin û zarok ji birçîna dimirin bi sedema dorpêçkirina Esed, û ew rêjeya mirinê nayê rawestandin neku dewletên endam tevgeran bo rihakirina biryarên encûmena ewlekariyê bikin”.
Elxedban tekez kir ku encûmena ewlekariyê karsipartin pesend kiriye ji bo şikandina dorpêçkirina li tevaya Sûriyê û rizgarkirina jiyana sivîlan û gihandina alîkariyan bê erêkirina rêjîma Esed .
Jêder:Hevbendî+Anadol