Şervanên Artêşa Sûrî ya azad dîsa gundê Eldiwêrekiya li Gundewarê Laziqiyê di şerê (Res Elsifûf) de vegerandin. Hem jî Artêşa Ceyş Elislam li bajarokê Behariyê yê li herêma Elmerc li Gundewarê Şamê bipêş ketin.
Di heman çaxê ko Rêjîma Esed dorpêça xwe li herêmên corbicor berdewam dike û nahêle xwarin û derman bigihê sivîlan, û siyaseta wî ya birçîkirinê ya ku ji aliyê endamên Encûmena ewlekariyê û Rêkxistinên mirovî ve aşkare bûye.
Endamên Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî îro pêncşemê rewşa meydanî û ya pêşveçûnên siyasî û ya herî giring Danûstandinên Cinêvê yên ko gerek hefteya dahatî çê bibin gotûbêj kirin.
Her wiha Endamên Desteya siyasî karê Desteya bala ya danûstandinan û damezirandina şandeya danûstandinan gotûbêj kirin. Civîngeran li ser nelihevkirina navdewletî ji bo rakirina astengiyan ji pêşiya danûstandinan gengeşe kirin.
Her wiha Desteya Siyasî amadekirinên civîna Desteya giştî ya ko dibe di çend rojên dahatî de çê bibe gengeşe kirin.
Li Bajarê Meddaya bi encama birçîbûnê û kêmbûna dermanan 40 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hêj Milîtanên Hizbullah û Hêzên Esed li ser heman siyasetê berdewam in, çimkî bajarê Meddaya ev heft meh di bin dorpêçkirinê de ye.
Jêder: Hevbendî