Di daniştineke taybet de ya Dîdargeha Aborî ya Cîhanî li Dafosê ya bi navê “Rola Cîhanî Ya Tirkiyê”, Serok-wezîrê Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo tekez kir ku wê welatê wî berdewam be di piştgiriya pirosesa siyasî de li Sûriyê.
Oxlo tekez kir ku teke-pîvera çareya siyasî li Sûriyê ew e,” pêşkêşkirina rikberiya lêbral ji daxwazên xwe re, nebûna nûnerîtiya girûpên terorist”.
Dawid Oxlo amaje kir ku wî duh roja pêncşembê di hevdîtina xwe de ya bi Ban Kî Mon emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî re, tekez kiriye ku Tirkiya piştgiriya her destpêşxeriya armanca wê gihiştina çareyek siyasî li Sûriyê be dike .
Enes Elebde Emîndarê Desteya Siyasî Ya Hevbendiyê ji hêla xwe ve got ku”Rûsiya xwe ji karûbar û erkên biryara 2254 vedikişîne, bi taybetî bendê ku daxwaza goftûgoyan di nav opozisyonê û rijêmê de dike”, û ev jî tê ji encama serhişkiya Rûsiya û berdewamiya wê di bombebarankirina bajaran û pêkanîna kuştaran de û armanckirina wê ya rojane ji opozisyonê re, û bikaranîna rijêma Esed ji dorpêçkirin û birçîkirinê re ya ku jiyana bidehên kesan bidawî kiriye ji encama birçîbûnê.
Elebde dest nîşan kir ku rêjîma Esed û hevalbendên wê Îran û Rûsiya ta vê kêlîkê jî dest ji çareya leşkerî bernedane, û ne jidil in derbarê çareya siyasî, û beşdariya wan di civînên Viyêna de û emzakirina li ser biryara 2254 tenê ji bo qezenckirina demê ye, û tekez kir ku Rûsiya keleman li pêş prosesa siyasî datîne.
Jêder : Hevbendî