Wezîrê derve yê Erebistana Si’ûdî Adil Elcubêr îro roja înê di daxuyaniyekê de got ko welatê wî dikare li ser şandina Hêzine taybet bo Sûriyê gotûbêjan bike.
Elcubêr di daxuyaniya ji Toreya CNN ya Emerîkî re got: Kilîta têkbirina DAIŞ li Sûriya û Îraqê ew e ko “Rêjîma Esed li Sûriyê bête guhertin, û guherînên ko berî sal û nîvekê li Îraqê li ser wan hatibû lihevkirin bicî bibibin, ji bo dabînkirina dabeşkirina desthilatiyê bi dadî navbera hemû pêkhateyan de.”
Wezîrê Si’ûdî got: “bêyî evê mijarê em dê nikaribin jêderên ko Rêkxistina DAIŞê pê dijî li Sûriya û Îraqê têk bibin.”
Elcibêr berdewam kir “bêguman em dikarin derbeyên asmanî li dijî Rêkxistina DAIŞê bikar bînin, û ev bi rastî jî tê kirin, her wiha em dikarin behsa karîna şandina Hêzên taybet bo Sûriyê bikin, lê ev mijar dê zehmetir û dirêjtir bin eger Esed di desthilatê de bimîne ”
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, gelek caran tekez kiriye ko koka tiroristiyê li Sûriyê Rêjîma Esed e, û Rêkxistina Daiş li ser dijî, û berdewamiya xwe jê distîne, û têkbirina tiroristiyê qet pêk nayê eger Rêjîma Esed ya tirorist neyê rûxandin.
Her wiha Hevbendiyê tekezî kir li ser nerastiya fort û behaneyên Rûsya ko dibêje em şerê DAIŞ dikin, çimkî 94% êrîşên Rûsî yên asmanî li ser sivîl û Artêşa Sûrî ya azad bûn, lê 4% ji êrîşan li ser DAIŞ bûn, û ne hêzên Daiş amanc bûn, belê ew sivîlên ko di bin destê Daiş de amanca êrîşan bûn.
Hevbendiyê doz li hevalên miletê Sûriyê hem li birayên Ereb kir, ko piştgirî û çekên coreyî bidine Artêşa Sûrî ya azad ya ko dikarîbû zora DAIŞê bibe, gava ko bera rêkxistinê cara yekê sala 2014an ji Sûriyê da heta ew gihand sînorê Welat yê rojhilat, û eger ne ji bûyerên radestkirina Mûsilê ba û dîsa çek û pere gihan DAIŞ û di heman çax de jî piştgiriya Artêşa azad hate rawestandin, DAIŞ dê nikarîba dîsa vegere.
Jêder: Hevbendî+Enadol