Emîndarê Razgir yê Desteya Siyasî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Enes Elebde, diyar kir ko biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2254an lihevkirineke navdewletî di çarçoveya giştî de ji bo çareseriya siyasî dide xuyakirin. Lê belê hêj nakokî û nelihevkirin ji bo hin mijarên giring di navbera dewletan yên bi mijara Sûriyê ve girêdayî hene, û di serî de çarenivîsa Beşar û helwesta wan ji man û nemana wî di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê de cihê nakokiyê ye.
Got: “ne dûr bû ko li ser biryarê lihev bikin, çimkî ev deqa biryarê li gora lihevkirinên berê ji aliyê Emrîka û Rûsya ve bûn.”
Ji aliyekî dî ve cîgira serokê Hevbendiyê Nrxem Elxadirî tekezî li ser neguhêrên niştimanî tekez kir, tiştê ko di kongirê Riyadê de hatin û pêşî çûna Beşar di destpêka qonaxa veguhêz de, û dezgehên dewletê bêne parastin û ji nû ve dezgehên Artêş û Ewlekariyê bêne avakirin û bi taybetî ko aliyên siyasî û leşkerî li ser daxuyaniyê imze kirine.
Elxadirî got: “Biryar gelek astengiyên siyasî tê de hene, dibe jî tiştê ko li Riyadê li ser lihev kirine têk biçin, û ji wan jî şêweyê desteya desthilatdara veguhêz û karûbarên wê, û çawaniya damezirandina Şandeya danûstandinan.”
Elxadirî destnîşan kir ko biryar gelek mijarên bingehîn neanîne ziman û ji wan jî milîtanên tirorist yên ko li kêleka Esed şer dikin û hemû hêzên biyanî yên li ser xaka Sûriyê ne, ji nav wan jî hêzên Rûsya, her wiha derfet da Rêjîmê û Rûsya da herêmên aram bombebaran bikin û bermîlên teqîner bavêje û bazar û cihên rajeyan armanc bike.
Endamê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit hişyarî da derbarê ko Rêjîma Esed bi biryara Encûmena Ewlekariyê û bi alavên cîbicîkirina wê pabendiyê neke û derfetê delîve bigire, çimkî biryarê pîvanên xuyanî ji bo Rêkxistinên tirorist aşkere nekirine, da bombebarana xwe berdewam bike ji bo miletê Sûrî têk bibe.
Elmislit doza garantiyên navdewletî kir, û hem jî pêrabûnên ko baweriyê çêkin ku wê şer biraweste û sivîl bêne parastin û koçber vegerin.
Jêder: Hevbendî