Şandeya danûstandinan ya gelê Sûriyê dilrehetiya xwe anî ziman, piştî biryara xwe ya paşxistina beşdarbûn xwe di danûstandinên niha li Cinêvê derbarê Sûriyê dibin de, û got ku biryara paşxistina danustandinan di cihê xwe de bû ji aliyê dem û naverokê de.
Û serokê şandeya danûstandinan Es’ed Alzu’bî got:” aniha dilê me pir rehet e, biryar di dem û naveroka xwe ya guncayî hat”, û nîşan da ku biryarê hevgirtina xurt ya pêkhateyên rikberiya Sûrî vegerand, û şandeya danûstandinan da xuyakirin ku ew e axêverê bi navê gelê Sûriyê.
Elzu’ibî nîşan da ku ketina rêjîma Esed di danûstandinên rasterast de tê wateya ku danûstandin hen e, û eger neketê wê danûstandin tunebin, û bal kişand ku şandeya rikberiyê ji dil e di operasiyona danûstandinan de, berovajî aliyê dîtir, û wiha jî got” em ne hatine Cinêvê da em demê wunda bikin, divê em sînorekî ji berepêkên rêjîmê re deynin.
Û serokê şandeya danûstandinê nîşan da, ku rikberiya Sûrî pir dilêşa zûkirina pirosêsa veguhestina siyasî ye, û em rê nadin rêjîmê ku bi mijara demê bilîze, û daxwaz ji civaka navdewletî kir, eger rêjîmê ji dilbûna xwe diyar nekir di danûstandina de divê rêşûnên xurt derheqê wîna cîbecî bikin, ji bo biryarên navdewletî bi cih bike, û bi taybetî beyana Cinêvê û biryara 2254.
Jêder: Hevbendî + Elerebî Elcedîd