Hejmara qurbaniyên duhî li Sûriyê gehişt 108 şehîdan û bêhtir ji 100 birîndaran, ji encamê êrîşên firokên şer li ser du bazargehan li her yek li bajarê Me’eret Elnu’ihman û Kefrenbil li gundewarê Idlibê, herwiha firokên rêjîmê du kuştarên din li taxa Selahdîn li Helebê û bajarokê Bala li gundewarê Şamê pêk anîn, û hejmarek sivîl bûn qurbanî.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî ev komelkujî pirotisto kirin, û da zanîn ku ev kuştar tên zêdekirin li ser zincîra tawan û binpêkirinên berdewam yên rêjîma Esed her ji destpêka agirbestê ve, û herwiha ku ev kuştar dibin mîna gurkirineke metirsîdar li ser dubare-armanckirina bazargehên gelêrî yên sivîlan, wek bersiveke hovane li ser pêgiriya şanda bilind ya danustandinan bi mafên gelê Sûriyê û piransîpên şoreşê.
Hevbendiya Niştimanî hevdem ji civaka navdewletî daxwaz kir ku bêdeng nemîne, û bilez dest bi rêşûnên bikez û rasterast bike, herwiha di encamên metrsiyên van herdu komelkujiyan tê bigihêje, nemaze ku ne tenê binpêkirin in, belê berdewambûna li ser stratîhiyek tawankarî ya armanckirina sivîlan e, û bikaranîna wan carek din wek girew di pirojeyê danustandinan de ji bona mana rêjîmê li ser kursiyê desthilatê.
Hevbendiya Niştimanî her hewlek bikaranîna fayîlê mirovî wek kaxezeke gotubêjan red kir, û tekez kir ku kuştarên herdu rojên bûrî du belgeyên zêde ne li ser ku biryara desteya bilind ya danustandinan bi rawestandina danustandinan biryarek rast û dirust e, ku di rewşek wiha de û di dema berdewamiya kuştin û tawankariyê de, seqayek guncayî ji piroseya siyasî re, bê bidawîkirina tawanên Esed di derheqê sivîlan de çênabe, herwiha pêwîst e ku civaka navdewletî têbigehe ku her aliyek sivîlan dikuje nikare bibe hevpar di hîç piroseyek veguhêz de.
Jêder: Hevbendî + Wekalat