Endamê Hevbendiya Niştimanî Ebduhekîm Bişar goman xist li ser karîna gihiştina çareseriyeke siyasî di danustandinên Jinêv 3 de ” ji ber ku rejîma Esed û ya Îranê biryara xwe ya îstiratîjî standine, bi berdewamiya şerê xwe li dijî gelê Sûriyê”, çimku rûxandina rêjima Esed bi xwe rûxandin e ji pirojê Îranê re li tevahiya navçeyê.
Ev gotinên Ebdulhekîm Bişar hatin di sîmanerekê de ku duhî bi rêka enternêtê hatibû lidsrxistin bi navê “hevsengiya nû li Sûriyê di navbera rêjîmê û opozisyonê de”, herwiha bi pişkdariys heryek ji serokê komîta dadperweriya Encûmena Niştimanî ya berxwedana Îranê Sinaberq Zahidî, û jenarlê ji rêjîmê cuda bûye Ehmed Elrehal.
Bişar tekez kir ku opozisyon hevdeng e li ser giringiya dûrxistina Esed di destpêka qonaxa veguhêz de, herwiha gelek hêzên opozisyonê tevî hêzên leşkerî yên mezin hebdeng in li ser vê yekê.
Bişar amaje kir ku rêjîma Îranê wê astengiyan bêxe li pêş dîtina encamên vê danustandinê, lê Rûsiya bilez e bo dîtina çareseriyeke siyasî, ji ber ku dîtir nikare berdewamiyê bide şerekî dirêj li Sûriya ji ber rewşa wê ya abûrî ne alîkar e”.
Lê Zahidî tekez kir ku sedema serekî ji derbasbûn û destêwerdana Rûsiya re, şikestina rêjîma Îranê di hiştina Esed li ser desthilatê de.
Zahidî got ” tê zanîn ku hevsengiya leşkerî berî derbasbûna Rûsiya, ket di berjewendiya şoreşê de, nemaze li eniya başûr û herwiha li eniya navîn piştî ketina navçeyên îstidatîjîk li Idlibê, û gefa pêşketina şoreşgeran ber bi beravê ve ku wargehê rêjîma Esed e “.
Weha jî got: “dihat pêşbînîkirin ku derbasbûna Rûsiya wê her tiştekî bêxe di berjewendiya rêjîma Esed û ya Îranê de, lê berovajî, dibînin ku rojane bi dehan efser û serbazên pasdaran û çeteyên tayifeperist tên kuştin”.
Ji hêla xwe ve Elrehal bal kişand ku gohertibek îstiratîjîk ket di siyaseta Rûsiya de,û nêrîna xwe ya leşkerî guhert ji pûçkirina boçûna dubare kontirolkirina navçeyên rizgarkirî, ber bi hewla rawestandina hêlên alîkariya li bakur, û di warê siyasî de berê xwe da girêdana kongirên navdewletî, ji ber ku Rûsiya dît ku dîtir hêzên Esed û yên Îranê nikarin berdewamiyê bidin şer û wan taqeta şer nemaye.
Jêder: Hevbendî