Duhî roja sêşemê Erebistana Si’ûdî terorkirina fermandarê artêşa Îslamê Zehran Elûş di heftiya bûrî de ji aliyê Rûsiya dijmin şermezar kir, ew terorkirin di êrîşekê de li ser bargehê artêşê li Xûta rojhilata Şamê çêbû.
Wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Elcibêr di kongirekî rojnamevanî de digel hevkofê xwe yê tirkiyê Mewlûd Cawîş Oglo got: “Em bawerin ku kuştina Zehran yan jî dijberiya rêberên alîgir ji çareseriya siyasî re yên şer li dijî DAÎŞê dikin, nakeve di berjewendiya hewlên dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê “.
Weha jî got:” Ez nizanjm çi di serê Rûsiyan de digere û nizanim sedemên vê terorkirjnê, lê tişta dizanim ku heger em li çareseriyê bigerin wê gavê pêwîst e em hevkariyê ligel hemû pêkhateyên destê wan di terorê de nîne bikin, û girûpên terorîst naskirî ne”.
Ji aliyê xwe ve serokê “hevdîtina demokratîk” cîgir Welîd Cenbolat da zanîn ku terokirina Elûş “terorkirina pirosêsa siyasî ye, û pirosesa navê qonaxa veguhêz lê tê kirin ya pir dijware ku pêk were”, bal kişand ku “heta niha hin tênegihiştine ku Rûsiya û Îran piştevaniya qeralê Şamê dikin ji kîsê gelê Sûriyê”, hevdem matmayî ma li hember ” hemahengî û xweşzariya Rûsan û Esed bi Îsraîlê re”.
Herwiha wezareta derve ya Amerîka li ser zarê berdevkê xwe “Mark Toter” di kurtiyek rojnamevanî de ji Waşintonê got ku dibe kuştina Zehran Elûş pirosêsa siyasî di Sûriyê de “aloz” bike.
Her weha got ku artêşa îslamê piştgiriya piroseya siyasî dike, û ji bona wê şer dikir û şer li dijî DAÎŞê kiriye”.
Û berdewam kir û got ku artêşa Îslamê yek ji beşdarên kongirê Riyad yê taybet bi opozisyona Sûriyê bû, yê ku gavek ber bi pêş ve bû ji bona berdwemiya diyalogê û pêvajoya siyasî û dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê”.
Jêder: wekalat