Asta bumbebarankirinȇ bi hemȗ cureyȇn çekan li ser taxȇn avahȋ li bajarȇ Idlibȇ ȗ gundewarȇ wȇ ji dema ku șoreșgeran dest danȋne ser bilind bȗye, ev yek bȗ sedema wȇrankirinek mezin di avahȋ ȗ navendȇn giștȋ de bi rȇjeyek di ser 15% ji bajarȇ Idlibȇ, di nav de nexweșxaneya niștimanȋ bi giștȋ, ȗ seraya parȇzgehiyȇ di nava bajar de, herweha tȋmȇn Heyva Sor a Sȗrȋ jȋ hatin armanckirin, derbiderbȗnek mezin ji bajêr çȇbȗ gihiște bȇtir ji 70% ji hejmara welatiyan.
Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Xalid Xoce destnȋșan kir ku bilindbȗna asta bumbebarankirinȇ li ser Idlibȇ dikeve hȇla ” Istratȋjiya wȇranȇ ku rejȋma Esed derheqȇ deverȇn rizgarkirȋ dișopȋne, ȗ li gor pilanek riswakirȋ li ser dimeșe bo belavkirina kuștin ȗ wȇranȇ ȗ qedexekirina sivȋlan ji rȇxistinkirina rȇvebiriya bajȇr di deverȇn derveyȋ desthilata wȋ, ȗ bikaranȋna saziyȇn giștȋ ȗ birȇvebirina dȗlabȇ jiyanȇ”.
Xoce wisa berdewam kir: ” Pȇkhatiyȇn șoreșa Sȗrȋ ji Encumenȇn Xwecihȋ, desteyin sivȋl, ȗ șoreșger erkin mezin di aramiya bajȇr de dikin, di riya birȇvebiriya deveran ȗ parastina sazȋ, rȇvebirȋ, ȗ sivȋlan de, lȇ Esed hewl dide bajar wȇran bike”.
Xoce bal kișand ku :” Rȇxistina Daiș vȇ gelemșa Esed hewl dide belav bike ji xwe re bikar bȋne ȗ ber bi bajȇr de diherike “.
Serokȇ hevbendiyȇ pirsyariya gemkirina rejȋma Esed avȇt ser milȇ Encumena Ewlehiya Navdewletȋ, ȗ ji Hevpeymaniya Navdewletȋ xwest ku bi lez deverin aram li Bakurȇ Sȗryayȇ ava bikin, ȗ alȋkariyek tekȗz ji Artȇșa Azad a Sȗrȋ re pȇșkȇș bikin ta karibin sivȋlan biparȇzin, ȗ ȇrȋșȇn azmanȋ li ser taxȇn avahȋ rawestȋnin.
Jȇder: Hevbendȋ