Tonî Bilînkin alîkarê wezîrê derve yê Amerîka bo karubarên Rojhilata Navîn tekez kir ku “Çareseriya Siyasî li Sûriyê pêk nayê bi hebûna diktator Beşar Esed yê ku gel bi gaz û bermîlan bombebaran dike”.
Bilînkin ji Beyrûtê tekez kir ku “Waşinton pabend e bi peydakirina guhertinek siyasî li Sûriyê, û herwisa bo pêkanîna Hikûmeteka firealî û têde daxwazên miletê Sûriyê di azadî û keramet û ewlehiyê de dabîn bibin”.
Hêjaye ku; Hîşam Merwa Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê tekez kiribû ku “Esed ji desthilatê derketiye, û ew niha serkêşiya mêlîşeyeka çekdar dike û şer li derveyî yasayê dike, lewra mana wî li ser desthilatê nayê pesendkirin û cihê retkirinê ye li ser astê navdewletî, ji ber ku nabe tawankarekî tuhmetbar bi tawanên dij mirovayetiyê Serok be”
Jêder: Hevbendî+ Ajans