Encûmena Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ragihand ko ewê bêtir çareseriyan vekolîn bike “da Sivîlên Muxeyyem Elyermûk li Şamê biparêze û pêdiviyên gerek bo wan dabîn bike. Doz jî kir bi hêsankirina gihandina alîkariyan ji bo Muxeyyem û rêbuhêrkek vebe û Sivîlan derxînin.”
Encûmena Ewlekariyê roja Duşembê got ko ewê çawaniya çareseriya alîkariya 18 hezar Penaberên Filestînî û Sivîlên Sûrî yên li Muxeyyem Yermûk dijîn bikin. Piştî ko Rêkxistina Dewletê bi alîkariya Rêjîmê ev 700 roj piraniya Muxeyyem kontrol kiriye.
Piyêr Kirahînbol Serokê Wekaleta Xos û Biîşkirina Penaberên Filestînî (Onrwa) Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Bahn Kî Mon û Encûmena Ewlekariyê ya ko ji 15 Dewletan pêk tê bi rewşa Muxeyyem Yermûk agahdar kirin.
Kirahînbol di rêya programekî tilvizyonê yê nerasterast li Urdinê ji Rojnamevanan re got:”bi kurtî tiştê nuha ji Sivîlên Muxeyyem re giring rizgarbûne.”
Çavdêrê herdemî yê Filestînê li Netewên Yekbûyî Riyad Mensûr ji bo alîkariya Navdewletî bangek da”bi çi şêweyî be” divê derêxistina Sivîlan dabîn bibe.
Her wiha serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz li Hevpeymana Navdewletî û Netewên Yekbûyî û Dewletên Erebî kir da bilez bilivin ji bo Muxeyyem Elyermûk ji Bermîlên Beşar û ji kêrên Rêkxistina Daiş yên ko digel hev êrîş dikin rizgar bikin.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ko Muxeyyem ketiye ber tiroristî û hovîtiyê hem ji aliyê Esed ve û hem jî ji aliyê Rêkxistina Daişê ve ya ko ji çend rojan ve êrîş daye ser Muxeyyem û gelek xelkên wê girtine û kuştine. Xelkên Muxeyyem ev 700 roj di bin dorpêça Rêjîma Esed de dijîn.
Her wiha Serokê Hevbendiyê bang li alayên leşkerî yên Şoreşger li Başûrê Şamê û Gundewarê wê kir da piştgiriya Şoreşgerên Muxeyyem Yermûk bikin û êrîşên hovane vegerînin da hevpeymana Daiş û Rêjîma Esed yên ko dixwazin Muxeyyem kontrol bikin têk bibin.
Her wiha Serokê Hevbendiyê doza derbaskirina alîkariyên mirovî û heyberên bijîşkî kir. Daxwaz kir ko Rêbuhêrkan dabîn bikin ji bo kesên nexweş û zarok û jin û kalan derxînin.
Hevbendî+Acans