Endamê Desteya Siyasî Xetîb Bedlê ji daxuyaniyên Serokê Rûsî Filadimêr Botîn ku digot penaberên Sûrî ji tirora “Daiş”ê, ne ji tirora rejîma Esed reviyane matmayî ma. Bedlê got: “Botîn çawa kêra “Daiş”ê dibîne û bermîlên Esed yên teqîner nabîne”.
Bedlê tekez kir ku koça Sûriyan ya penaberî û mişextiyê berî jidayikbûna rêxistina “Daiş” a tirorîst destpê kir, û piştî wê berdewam kir, derdora nîvê miletê Sûrî di warê mişextî, penaberî, û kampan de dijî, piştî ku rejîma Esed a tirorîst şerê xwe yê xwîndar bi ser Sûriyên ku doza azadî û rûmetê kirin ragihand, şerek bi hemû cureyên çekan, bi satoran destpê kir, ta giha Sikod, kimawî, û bermîlan.
Endamê desteya siyasî got Botîn piştî du xêzan ji daxuyaniya xwe got Rûsya ji destpêkê de di piştgiriya rejîma Esed bi çek, rahênan, û şêwirdaran de berdewam e, em dibêjin: ” Roleke mezin ji vê piştgiriya we di koçberkirina Sûriyan û derbiderbûna wan de heye, ji bilî bi sedên şehîdan ku jiyana xwe ta vê kêlîkê li ser destê rejîma Esed dane” .
Bedlê bal kişand ku Hevbendî li hêviya Rûsya bû, ji ber cihê wê mîna dewleteke mezin ku nabe laygir be bo zordarekî li ser milletê welatê xwe, zarok û jinan dikuje, lê me dixwest ku helwesteke wê ya kêşsaz hebe, hewla peydakirina çareyek siyasî bide, kuştinê rawestîne, û xelkê Sûrî ji zulma tawankariyê a ku li ser sînga wan rûniştiye ruha bike.
Bedlê tekez kir ku Rûsya di axavtina xwe de derbarê beşdariya di çareya siyasî bo Sûryayê de ceddî bû, û divê dest ji dana daxuyaniyên wiha ku bîna xelkê Sûrî teng dike berde, û hemû cureyên piştgiriya leşkerî, siyasî ku bi bêtirîn kuştin û xwîn li Sûryayê tê wergirandin berde.
Jêder: Hevbendî