Karsparteya Penaberan tekez kir ko gerek mirov bi baldarî li paşeroja Penaberên Sûriyê birame. Di Daxuyaniya ko îro derxistin got: “Karwanên Penaberiyê narawestin eger pirsgirêk ji kok ve neyê çareserkirin. Gerek bêtir bikin da şer birawestînin.” Çimkî rêjîma Esed cengeke xwînrêj ji çar sal û çend mehan ve li ser miletê Sûrî dike.
Karsparteyê doz kir ko piştgiriya dewletên cîran bibe, yên ko ji 10 Penaberan 9 penaberên Sûriyê ji yên li cîhanê pêşwazî dikin.
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Elxadirî di daxuyaniyeke taybet de doh tekez kir ko bobelata fetisandinê ya berdewam ya ko Wêneyê Zarokê Sûrî yê fetisî li peravan hate dîtin, derbirîna wê dike.
Hem Zehmetkêşiya ko zarokên Sûriyê bi seba tiroristiya Rêjîma Esed dibînin diyar dike, ko” bermîlên teqîner û bombeyên perşewat û xazên jehrînî dihêlin ew û malbatên xwe digel hemû metirsiyan li Deryayê siwar bibin. Her wiha fetisandina mirovantiyê bi xwe ye hem têkçûna wê ko çareseriyekê ji evê bobelatê re nebîne.”
Elxadirî got: “Banga me ji bo miletên cîran û hemû dewletên Islamî û Cîhanê ko penaberên Sûriyê mêvandarî dikin” hem doz kir“ko çareseriyeke lezgîn ji bo rawestandina şer bibînin, ko ji Sûriyan re jiyana wan dabîn bike, da bibal penaberiyê ve neçin û daxwazên Şoreşa azadî û rûmetê misoger bike û hem Sûriyê li ser rêya paşerojeke nû deyne. ”
Jêder: Hevbendî